Qutkirina avê ya li 8 gundên Hezoyê di roja 17’emîn de didome 2021-07-09 11:33:07   ÊLIH – Li 8 gundên bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve îro tam 17 roj in ji ber birrîna ceryana dînomayên avê, bi hezaran welatî bêav mane.    Li gundên Zîlan û mezra wê Bacaxê, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskutê, Holê û Xoxê yên bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve bêavî ket roja 17’emîn. Li van her heşt gundan ji 23’yê hezîranê ve Şirketa Firotina Perakendeya Ceryanê ya Dîcleyê (DÎCLE EPSAŞ) bi navê wê din DEDAŞ'ê bi hêceta “deyn nehatine dayîn” ceryana dînamoyê ava gundan birriye. Ji ber vê yekê ava van gundan qut kirin e. Di rojên ewil de ava Bajaroka Kaniyahenê jî hatibû birîn lê bi demkî ava bajarok hatiye berdan. Hat zanîn ku DEDAŞ’ê gotiye wê ava Bajarokê Kaniyahenê û gundê Melkîşa jî qut bike.    TEVÎ KELGERMA HAVÎNÊ JÎ AV NÎNE    Deynên van gundan bi milyonan lîre ye. Gundî diyar dikin ku ji ber nikarin deynê fatûreya ceryana dînamoyên avê bidin, bi zilma DEDAŞ’ê re rûbirû mane. Gundî dibêjin bi salan e DEDAŞ’ê ceryana ava wan qut dikir, pişt re berdida û vê carê ji binî qut kiriye û zilm li wan tê kirin.    Ji ber qutkirina avê welatiyên gundan tevî kelegerma havînê jî neçar in diçin bi tangêr û metereyan avê ji Çemê Batmanê û qenala avê ya DSÎ’yê avê tînin û pêdiviyên xwe dabîn dikin. Gundî didin zanîn ku ji ber ava çem û qenalê nepaqij e dibe sedema nexweşînan û rê li ber emel û vereşînê vedike û ew nikarin paqijiya malên xwe bikin.    HEJMARA MAL, GELHE Û DEYNÊ GUNDAN    Hûrguliyên hejmara mal, gelhe û deynê gundan wiha ne:   * Gundê Zîlan nêzî 300 malî ye û 2 hezar û 500 gelheya wê heye. Deynê ceryana ava wê 2 milyon û 396 hezar lîre ye.    * Mezra Bacaxê 20 mal e û nêzî 200 kes gelheya wê heye. Deynê ceryana ava Bacaxê 514 milyon û 842 hezar lîre ye.   * Gundê Hiskutê 65 mal e û gelheya wê 500 kes e. Deynê ceryana ava Hiskutê 709 hezar û 891 lîre ye.    * Gundê Malê Gir 25 mal e û 250 kes gelheya wê heye. Deynê ceryana avê wê 205 milyon û 260 hezar lîre ye.    * Gundê Selîvê 150 mal e û hezar û 500 gelheya wê heye. Deynê ceryana ava Selîvê 4 milyon û 546 hezar lîre ye.    * Gundê Kanîkê 150 mal e û hezar û 500 gelheya wê heye. Deynê ceryana ava Kanîkê milyonek û 753 hezar lîre ye.    * Gundê Holê jî gundek qelebalix e.    * Gundê Xoxê 33 mal e û 560 kes lê dijîn û deynê ceryana avê 412 hezar 469 lîre ye.