Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Pergaleke bêhiqûqî heye 2021-07-09 09:38:04   MÊRDÎN - Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, diyar kir ku ji roja ku Tirkiye hatiye avakirin heya niha daraz li ser esasê parastina pergalê hatiye avakirin û got: "Em nikarin ji bo vê bibêjin hiqûq, pergaleke bêhiqûqî heye. Di vir de bi navê azadiyan tiştek tune ye."    Li Tirkiyeyê ji mijarên sereke yên tên nîqaşkirin, yek jê jî daraz e. Çendî ku têkiliya dewlet-mafyayê hatiye aşkerekirin jî derbarê berpirsiyaran de tiştek nayê kirin û her wiha tecrîda ku li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kiriye li tevahiya Tirkiyeyyê belav bûye, cinayetên jinan û berdana kiryarên destdirêjiyê, nepêkanîna biryarên DMME'yê hwd. gelek tiştên bi vî rengî nebaweriya bi darazê didin der.    Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, bêhiqûqîtiyên tên kirin û bandora wan a li civakê, kesan û girtîgehan nirxand.    PERGALEKE HIQÛQÎ TUNE YE    Elîk, diyar kir ku ji roja ku komar hatiye avakirina heya niha pergala darazê pergaleke bipirsgirêk e û ji Dadgehên Îstiklalê heya niha pergala darazê ji bo pêkanîna hiqûq û edaletê nayê şixulandin. Elîk got: "Pergal, daraza xwe li ser asasê li hemberî welatiyan parastina xwe, ava kirine. Ji ber ku pergala li ser asasê parastna mafên welatiyan xwe ava nekiriye, qada lêgerîna maf û azadiyan a welatiyan jî tim tê sînordarkirin. Qada kesên li îqtidar berfirehtir dibe. Niha ber bi asta herî jor ve diçe û mixabin êdî li Tirkiyeyê pergala hiqûqê tu eleqeya wê bi hiqûqê tune ye, li gor biryarên peyvên kesekî dişixule. Em niha nikarin ji vê re bibêjiin pergala hiqûqê, pergaleke bêhiqûqî heye. Heger wiha bidome, pir aşkere ye ku dê welatî ji bo mafên xwe nikaribin serî li tu merciyan bidin."    Elîk, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêk ne ji ber başbûn an jî xirabbûna qanûna ne, berevajî vê têkildarî awayê wê ne. Elîk got: "Dibe ku qanûnek nebaş be. Dibe ku maf û azadiyan sînordar bike. Lê heger kesên wan pêk tînin li ser asasê azadiyan şîrove bikin, wê çaxê em ê karibin behsa mecrayeke hiqûqê bikin. Lê heger di pêkanînê de pirsgirêk hebe û pergal jî li ser vî asasî bixebite, tu rabî metnên herî azadîxwaz ên cîhanê jî bînî, dê ne dawiya îşkenceyê ne jî dawiya cinayetên kiryar nediyar bê."   REWŞA AYM'Ê    Elîk, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên derbarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û kardêr Osman Kavala de bibîr xistin û anî ziman ku Tirkiye alîgireke Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û rewşa peymanên navneteweyî di xala 90'î ya Qanûna Bingehîn de hatine diyarkirin. Elîk, bilêv kir ku wekî ku di van mînakan de jî dixuyê, di Qanûna Bingehîn de xaleke ku ehlê azadiyê ye heye, lê belê pêk nayê û got: "Jixwe gava ku mirovên siyasî yên sereke gava bibêjin 'em biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) naecibînin', wê çaxê ne pêkan e ku dadgehên bin vê qanûnan pêk bînin."    RIZANDIN    Elîk, ji bo mikurhatinên rêvebirê çeteyan Sedat Peker jî aiyar kir ku heya nha di qada darazê de tu gav nehatine avêtin û lêpirsîn nehatine destpêkirin û got: "Heger ev bes wekî angaştên mafyaekî bên nirxandin û biçûk bên xistin, em ê nikaribin ji bin vî barî rabin. Gelo ev angaşt rast in an ne rast in? Bes dê ev bi lêpirsînan bên aşkerekirin. Hûn nikarin hema bi derbekê re ser wan xêz bikin. Gava hûn ser wan xêz bikin, nexwe hûn wê çaxê hiqûqê jî xêz dikin. Dê daraz peywira xwe bi cî neyne. Angaştên Sedat Peker, ne angaştine wisa jirêzê ne. A rast ev yek rizandina pergala darazê, rizandina burokrasî û siyasetê dide der."    BI TECRÎDÊ QANÛNA BINGEHÎN TÊ ECIQANDIN    Elîk, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê ku 225 roj in li girtîgehan li dijî tecrîdê didomin. Elîk, destnîşan kir ku divê mafên bi qanûnana hatine parastin pêk bên û got: "Em baş dizanin şert û mercên li Tirkiyeyê cuda ne. Mirovek bi kîjan sûcî bê tawanbarkirin bila bê tawanbarkirin, daraz derbarê wan mirovan de kîjan biryarê didoe bila bide, dîtina dewletê ya ji bo kes çi dibe bila bibe mafên qanûnî ên girtî û hikumxwaran hene. Dewlet nikare wan mafan binpê bike. Heger ev bên sînordarkirin, ev tê wateya eciqandina Qanûna Bingehîn."    DAXWAZÊN HIQÛQÎ   Elîk, bilêv kir ku divê çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan jî ku girtî ji bo mafên xwe yên qanûnî dikin, di çarçoveyeke qanûnî de bên nirxandin û got: "Li girtîgehan grevên birçîbûnê, yek ji rêbazên bilêvkirina fikirên xwe, parastina xwe û bilêvkirina daxwazên xwe ye. Ez naxwazim tu kes zirarê bide canê xwe. Lê ve tercîha mirovan e. Lê di warê pêkanîna daxwazên wan de divê bê nirxandin ka hiqûqî ne yan na. Heger hiqûqî bin, bêyî daxilî nav angajmaneke siyasî bên kirin divê di çarçoveyeke hiqûqî de bên nirxandin."    ÇARESERÎ Û PEYMANA CIVAKΠ   Elîk, destnîşan kir ku sedema neçareserkirina pirsgirêkan ji ber nepêkanîna qanûn û Qanûna Bingehîn e û pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûnine nû û qanûneke bingehîn a nû heye. Elîk, bilêv kir ku ev qanûna bingehîna  nû jî ancax bi peymaneke civakî pêkan e.    MA / Ahmet Kanbal