Girtiyê nexweş bi mama dijî û her roj zeîf dibe 2021-07-09 09:14:27   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga yê ku saleke xwarina wî mama ye û daketiye 35 kîloyan rewşa wî her ku diçe giran dibe. Malbat û parezera Tamboga bang kir û gotin: "Divê cezayê wî bê taloqkirin û bihêlin ku were tedawîkirin."    Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 605 jê giran hezar û 564 girtî di bin şert û mercên herî giran de têdikoşin. Girtîgehên ku di hêla binpêkirina mafan de gihiştine asta herî jor, şert û mercên wê her ku diçe girantir dibe. Yek ji girtiyên nexweş ê ku rewşa wî giran jî Îsmaîl Tamboga (22) ê ku li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê girtî ye. Tamboga di 16 saliya xwe de tê girtin. Di serdema qedexeya derketina derve ya li Silopiya de hatibû girtin û dadgehê bi îdiaya "têkbirina yekîtiya dewletê û perçekirina welat" û "kuştina bi zanebûn" 4 caran cezayê heta hetayê yê girankirî li Tamboga birî. Tamboga yê niha ji ber nexweşîna xwe daketiye 35 kîloyan, bi xwarina mamayê li ser pêyan disekine.    'XWARINA KURÊ MIN MAMA YE'    Dayîka Tamboga, Kumrî Tamboga diyar kir ku rewşa kurê wê her ku diçe giran dibe û wiha got: "Kurê min terkî mirinê kirine. Di dema qedexeya derketina derve ji me re gotin taxan vala bikin û derkevin. Em derketin. Dema derketinê kurê min hat girtin. Piştî ku hat girtin birin girtîgeha Şirnexê. Pişt re gotin nexweşe û sewqî Hatayê kirin. Ji wir jî sewqî girtîgeha Îskenderunê kirin. Rewşa wî giran bû. Ji xwarinê veqetiya û êdî nekarî xwarinê bixwe. Piştî ku rewşa wî giran bû rakirina Edeneyê. Di nexweşxaneya Edeneyê de jî 12 mehan li wir ma. Piştî ku hatiye girtin heta roja îro nexweşe. Nedikare xwarin bixwe û ne jî em dizanin nexweşiya wî çi nexweşiye. Xwarina kurê min mamayem. Gurçîkên wî nema ne û mideya wî tiştekî ranake."   'BILA BIDIN MIN EZ TEDAWÎ BIKIM'    Tamboga bi lêv kir ku beriya kurê wê bikeve girtîgehê tu nexweşiya wî nebû û daxwaz kir ku kurê wê bê berdan û got: "Kurê min niha bûye 35 kîlo. Heger tiştek bê serê kurê min berpirsyar dewlet e. Yan bila bidin me ku em tedawiya wî bikin û yan jî bila girtîgeh bi berpirsyar tevbigere û tedawiya wî pêk bîne. Kurê min zarok e û nexweş e. Ma nabêjin guneh e? We li ku derê ditiye xwarina  ciwaneke di vî temenî de bi mama dijî.? Heger hevalên wî nebin nikare pêdiviyên xwe dabîn bike. Riya min dûre û derfetên min tune ye ku ez biçim kurê xwe bibînim. Bila vê zilmê bi dawî bikin. Ev 4 sal in kurê min nexweşe, lê hîn nexweşiya wî teşhîs nekiriye. Nexweşiya wî ne ji rêzê ye. Ev nexweşiyeke nebaş e. Ev çend sal in çawa dibe teşhîs nakin. Bila kurê min bidin min, ez ê tedawî bikim."    'DEM DEM DIKEVE 35 KÎLOYAN'    Parezera Tamboga Mehtap Sert jî anî ziman ku Tamboga bi  rêkûpêk nayê dermankirin û da zanîn ku ev muameleya keyfî jî dibe sedemê giranbûna nexweşiya wî û wiha axivî: "Îsmaîl heta salekî li Edeneyê tedawî dît. Piştî vê tedawiyê dîsa derbasî girtîgeha Îskenderûnê kirin. Pişt re me pêvajoya tedawiyê şopand. Îsmaîl bi koronayê ket. Piştî ku koronayê bijîşk jê re mama nivîsand. Ji ber ku dema ku xwarinê dixwe her gav vereşîne, dem bi dem dikeve 35 kîloyan. Ji ber ku nikare xwarinê bixwe diranên wî dişkên. Ji ber ku teşhîs û dermankirina rast nehatî sepandin ev pêvajo pir dirêj bû."    'NIKARE PÊDIVIYÊN XWE PÊK BÎNE'    Sert di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Tamboga nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî û got: "Divê demildest bê berdan. Îsmaîl dixwaz dike heta ku tedawiya xwe dibîne cezayê wî bê taloqkirin. Lê ev daxwaziya wî pêk nayê. Heta ku kesek li gel wî nebe ew nikare bi tena serê xwe tevbigere. Ji ber wê jî hem barê hevalên wî yên girtîgehê û hem jî barê wî giran dibe. Ji ber wê jî divê cezayê wî bê taloqkirin û di şert û mercên baş de tedawiya xwe bibîne."