‘Tecrîda li ser Ocalan pêk tê li tu devera cîhanê tune ye' 2021-07-09 09:08:48 WAN - Serokê ÎHD'a Wanê Mehmet Karataş, anî ziman ku tecrîd sûcekî li hemberî mirovahiyê ye û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tu devera cîhanê tune ye.  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 225'an de didomin. Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Mehmet Karataş, destnîşan kir ku tecrîd polîtîkayeke derî mirovahiyê ye.    LI TU DEVERA CÎHANÊ TUNE YE    Karataş, bilêv kir ku hiqûqeke xisûsî ya ji bo kesekî ji xeynî Tirkiyeyê li tu devera cîhanê tune ye. Karataş, bibîr xist ku 22 sal in Ocalan tê tecrîdkirin û ev tecrîd bandorê li her kesî dike. Karataş got: 1Ocalan ji bo Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê kesekî girîng e. Lê belê her diçe tecrîda li ser wî giran dibe. Pêkanîneke ku di qanûnan de tune ye, li hemberî Ocalan pêk tê. Ev tecrîd hem bandorê li Ocalan hem li girtiyên siyasî hem jî li tevahiya civakê dike. Di hiqûqa navneteweyî de tu cihekî van pêkanînên tecrîdê tune ne. Ev pêkanîneke siyasî ye. Qanûneke li gor kesan ne tune ye."    ZEXT   Karataş, anî ziman ku ji bo hevdîtina bi parêzeran û malbatê re zemîneke hiqûqî heye, lê belê ev yek bi sedemine pûç tê astengkirin û bi vî awayî mafên herî sereke yên Ocalan bi destê dewletê tên astengkirin. Karataş, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi awayekî pir zêde maf tên binpêkirin û sedema vê jî neçareserkirina pirsgirêka kurdî ye. Karataş got: "Sedema tecrîdê, neçareserkirina pirsgirêka kurdî ye. Dewlet, dizane Ocalan xwedî pozîsyoneke girîng e. Dewlet, lewma vê polîtîkayê pêk tîne. Bi vî awayî pirsgirêka kurdî jî kûrtir dibe. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ewilî divê tecrîdê bê rakirin. Ji bo rakirina wê jî pêdivî bi tu sererastkirineke hiqûqî tune ye, jixwe di pergala heyî ya hiqûqî de sererastkirin hene ji bo vê."    ‘CPT NAXWAZE BIBE ALÎGIRÊ ÇARESERKIRINÊ'    Karataş, bal kişand ser helwesta Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî ku li hemberî tecrîdê tu gavan navêje. Karataş, destnîşan kir ku CPT naxwaze bibe alîgirê çaresrkirinê, lê heger bixwaze û rola xwe pêk bîne dê di warê çareserkirina pirsgirêka kurdî de gavine mezin bên avêtin.    ÇALAKIYÊN GRVA BIRÇÎBÛNÊ   Karataş ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî detnîşan kir ku girtî têkoşîneke mezin didin û daxwazên wan daxwazine hiqûqî û rewa ne. Karataş, bilêv kir ku divê raya giştî xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkeve û ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan jî bang li Wezareta Dadê kir.