Ji bo 33 qurbaniyan dê bimeşin Enqereyê 2021-07-08 16:06:54   STENBOL - SGDF bi daxwaza edaletê ji bo qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê wê sibê ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve meşê bide destpêkirin.    Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo ku pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibe, di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li ber Navenda Çandê ya Amara ya li navçeya Pirsûsa Rihayê civiya. Bi dehan ciwan li ser rê bûn ku derbasî Kobanê bibin. Di kêliya ku wê ciwanan dest bi meşê bikira, DAIŞ’ê êrişek bombeyî pêk anî û di êrişê de 33 kes canê xwe ji dest dan û 104 kes jî birîndar bûn. SGDF bi wesîleya salvegera komkujiyê nêz dibe wê sibê bi daxwaza edaletê ji bo 33 qurbaniyan ji navçeya Kadikoyê ya Stenbolê ber bi Enqereyê ve meşê bide destpêkirin.    SGDF bi wesîleya salvegera komkujiyê her sal rêze çalakî û bernameyên bîranînê li dar dixe. Wê îsal jî van qurbaniyan bi çalakiyên cuda bi bîr bînin. SGDF piştî ku sibê li ber Şaredariya Kadikoyê bi malbatên qurbanî û gaziyên komkujiyê re kom bibe û ewilî daxuyanî bide û pişt re wê ber bi Enqereyê ve meşek nûnerî bide destpêkirin.    Endama Desteya Rêveberiya Navenda SGDF’ê Şukran Yaren Tuncer diyar kir ku ew her sal hesabê komkujiyê dipirsin û wê îsal jî bipirsin û banga beşdariya çalakiyên bîranîna qurbaniyên komkujiyê kir.