Dadgehê îtîraza ji bo berdanên Doza Kobanê hatibû kirin red kir 2021-07-08 14:34:28   ENQERE - 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê îtîraza ji bo berdanên Doza Kobanê hatibû kirin red kir.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, ji bo berdana parlamenterên HDP'ê yên berê Beyza Ustun û Îbrahîm Bînîcî, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Emîne Ayna û Hesabgirê berê yê HDP'ê Zekî Çelîk ku di Doza Kobanê de tên darizandin îtîraz kiribû. 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ku li dozê dinêre daxwaza dozgeriyê bi hinceta ku "nakeve cihê îtîrazê" red kiribû. Dadgehê, ji bo ku di mijara îtirazê de biryar bê dayîn dosya sewqî 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê kiribû. 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê jî îtîrazên ji bo berdana her çar siyasetmedaran hatibû kirin, red kir.