Ji ber topbarana Tirkiyê welatiyek birîndar bû 2021-07-08 12:16:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber topbarana Tirkiyê ya li gundê Hirorê ya bi ser herêma Metînayê ve welatiyek birîndar bû.  Balafirên şer ên Tirkiyê gundê Hiror, gundên Metînayê yên bi ser Herêma Kurdistana Federe ve bênavber bombebaran dike. Li gorî agahiyan ji ber topbaranê welatiyek birîndarbûye û ceyrana gund qut bûye.     Li gorî ku Ajansa RojNewsê agahî ji çavkaniyeke herêmî wergirtiye topxaneyên Tirkiye yên li nava Başûr û ser sînor gundên herêma Metînayê û bi taybet jî gundê Hirorê timî didin ber topan.   Çavkaniyên herêmî ragihand ku topxaneyên Tirkiye ji bo gundî li herêmê tevnegerin û çûyîn hatina çênebe, timî dide ber topan.   Hat gotin ku di encama pekîna kevirekî ji ber topbaranê de welatiyekî gundê Hirorê bi awayeke sivik birîndar bûye.   Mûxtarê gundê Hirorê Omer Kamil jî têkildarî êrîşa Tirkiye ya duh êvarî, agahî da malpera Jiyan û ragihand ku welatiyê bi navê Hacî Abdulla dema mijûlê rez û baxê xwe bûye, ji ber topbaranê birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê, lê rewşa wî başe.   Her wiha Omer Kamil diyar kir ceyrana gund ji ber topbarana Tirkiyeyê qut bûye.   Çavkaniyên li herêmê radigihînin ku ji ber topbaran û bombebarana berdewam dike li herêmê gelek rez û baxên gundiyan û daristanên herêmê şewitîne.