Li Sûrê avahiyên dîrokî tên xerakirin 2021-07-08 09:06:04 AMED - Li navçeya dîrokî ya Sûrê avahiyên dîrokî tên xerakirin. Odeya Avahîsazan destnîşan kir ku bi vî awayî dê tevna dîrokî bi temamî ji holê bê rakirin.  Li navçeya Sûr a Amedê, piştî qedexeya derketina derve ya di 2'yê Kanûna 2015'an de hatibû îlankirin, avahî yeko yek tên xerakirin. Di warê fermî de hê jî qedexeya li 6 taxên navçeyê didome û li van navçeyan heya niha gelek avahiyên tescîlkirî hatine rûxandin. Hê jî dêr û mizgeftên dîrokî di nav de, gelek avahî tên xerakirin û li şûna wan avahiyên ne li gor tevna dîrokî ya navçeyê tên çêkirin.   AVAHIYÊN TESCÎLKIRΠ   Ji xeynî vê li taxên ku neketine ber qedexeyê jî bi hinceta "kavil" in gelek avahî tên xerakirin. Hat diyarkirin ku qeyûmê Şaredariya Sûrê bi hinceta "ji bo ewleyî û asayîşa navçeyê talûke ne" biryara xerakirina 63 avahiyan daye. Li gor Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê, di nav van avahiyan de avahiyên tescîlkirî û avahiyên divê bên parastin jî hene.    KEVIRÊN AVAHIYAN DIFIROŞIN    Her wiha kevirên avahiyên tên xerakirin jî tên firotin. Kevirên avahiyên dîrokî bi qamyonan ji navçeyê tên derxistin. Berê çendî ku bertek hatibûn nîşandan jî, dîsa tu tevdîr nehatine girtin.    Hevserokê Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Ferît Kahraman, anî ziman ku li Taxa Ziya Gokalpê di nav avahiyên hatine xerakirin de hin avahiyên tescîlkirî jî hene.   Kahraman, bilêv kir ku şaredariyê ewilî ji xwediyê milkan re îxtara "talûkeyê ji holê rake" şandine û ji bo vê jî 30 roj muhlet dan wan. Kahraman, da zanîn ku heger xwediyê milkan di nav 30 rojî de tiştekî nekin dê şaredarî dest bi xerakirinê bike û got: "Mesref jî ji xwediyê milk dixwazin. Heya niha derbarê xerakirina avahiyên tescîlkirî de biryareke rûxandinê nehatiye aşkerekirin. Lê ji ber ku karê dikin karekî bêkontrol e, avahiyên tescîlkirî jî nesîb ji vê rûxandinê girtine."    AMADEKARÎ JI BO ERDOGAN   Kahraman, destnîşan kir ku hin sedemên kavilbûna van 63 avahiyan hene ku tê payîn dê bên xerakirin. Kahraman, sedemên kavilbûnê bi vî awayî rêz kirin; piştî şerê li navçeyê mirov terka malê xwe kirin, piştî koçberiyê dizî zêde bû, ceryan û av hatin qutkirin û ji bo parastina avahiyan tu tevdîr nehatin girtin...    Kahraman, anî ziman ku sererastkirina derdorê ya ku 5 sal in nehatiye kirin, ev hefteyeke tê çêkirin. Kahraman, bilêv kir ku ji ber ku dê roja înê Serokkomar Tayyîp Erdogan bê bajêr, ev sererastkirin tê kirin û xebatên tên kirin jî bûne cihê texrîbatên mezin.    KEVIRÊN TÊN FIROTIN    Kahraman ji bo kevirên avahiyan ên tên firotin jî got: "A rast berê jî, derbarê vê de gelek nûçe hatin çêkirin. Keviran li cihekî berhev dikin û paşê bi traktoran tên barkirin û wan difiroşin. Heger bêjin na ne wisa ye, nexwe ev kevir diçin ku, bi destê kê tê kirin û li ko tên komkirin?"    POLÎTÎKAYÊN RÛXANDINÊ    Kahraman, destnîşan kir ku divê rûxandina li bajêr bi dawî bibe û got: "Divê tevna dîrokî bê parastin û rehabîlîtekirin. Divê xebatên restorasyonê zûzûka bên kirin. Ji bo malbatên koç kirine cardin vegerin malên xwe, divê xebatên rehabîlîtasyonê zûzûka bên kirin. Divê bê dîtin rûxandin bi kêrî tiştekî nayê. Divê dev ji polîtîkayên rûxandinê berdin û ji nû ve bên restorekirin."    MA / Gokhan Altay