Ji ber gotina 'faşîzmê' Turk Telekomê peyama HDP'ê asteng kir 2021-07-07 16:51:34   ÎZMÎR - Turk Telekomê, ji ber gotina "faşîzmê" peyama HDP'ê ya ku xwest ji bo mîtînga "Ji bo demokrasiyê bêhnekê" ji endamên xwe bişîne asteng kir û xwest HDP peyama xwe biguherîne.    Operatora GSM'ê Turk Telekom, banga ji bo mitînga "Ji bo demokrasiyê bêhnekê" ku wê sibê ji aliyê Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê ve bê lidarxistin ji aboneyên xwe re ranegihand. Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ku peymana wê bi Turk Telekomê re heye, ji bo mîtinga ku wê sibê li bajar bê lidarxistin xwest ji 16 hezar endamên xwe re peyam bişîne. Lê ji ber gotina "faşîzmê" ku di peyamê de hebû Turk Telekomê peyama HDP'ê ji endamên HDP'ê yên aboneyên xwe re neşand. Rayedarên Turk Telekomê, ji bo şandina peyamê weke şert derxistina gotina "faşîzmê" danîn pêşiya HDP'ê.    Peyama ku Turk Telekomê nexwest bişîne wiha ye: "Hemû gelê me venxwendiyê mitînga ku wê roja pênçşemê li Gundogduyê bê lidarxisine. Wê Denîz qezenç bikin û faşîzm winda bike."