Li Amedê 10 bijîjkan îstifa kir 2021-07-07 16:26:49   AMED - Bi rabûna qedexeya îstifakirinê ya ji bo xebatkarên tenduristiyê ya dema pêvajoya pandemiyê re li Amedê 10 bijîjkan ji ber giraniya kar îstifa kir.    Di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de di pêvajoya pandemiyê de îstifakirina xebatkarên çapameniyê hatibû qedexekirin. Di 1'ê tîrmehê de ev qedexe bi dawî bû û îstifakirina xebatkarên tenduristiyê ya ji ber giraniya kar dest pê kir. Derket holê ku piştî rabûna qedexeyê li Amedê jî bijîjkan îstifa kiriye û 6 bijîjkan jî rapor girtiye. Van bijîjkan 5 jê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê û 5 jê jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî îstifa kirine. Her wiha li nexweşxaneyê 6 bijîjkan jî rapor girtîye. Ji ber îstifakirin û raporan li beşa lezgîn a nexweşxaneyê astengiyan dest pê kiriye.    Serokê Polîtîkayên Tenduristiyê yê Serokatiya DEVA'yê ya Bajar a Amedê Melîs Kan, têkildarî mijarê daxuniyeke da û îsitfakirin û rapor girtina bijîjkan piştrast kir.