Parlementoya Hollandayê qirkirina êzidiyan nas kir 2021-07-07 09:53:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementoya Hollandayê, qirkirina êzidiyan bi awayekî fermî nas kir.    Parlamentoya Hollandayê, êrişa DAÎŞ'ê ya di 3'yê Tebaxa 2014'an de li ser êzidiyan destpê kir û bi qirkirinê berdewam kir, bi awayekî fermî weke qirkirin nas kir. Pêşnûmeya ku ji aliyê parlamentera Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDA), Anne Kuik ve hat pêşkêşkirin, li parlamentoyê ket dengdanê. Pêşnûme bi yekdengî hat qebûlkirin.   Di pêşnûmeyê de tê diyarkirin ku Parlamentoya Ewropa, Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropa, Meclîsa Nûnerên Amerîkayê, Komîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Sûriyê û di rojên derbasbûyî de, parlamentoya Belçîkayê, kirinên hovane ku çeteyên DAÎŞ'ê li ser Êzidiyan, Mesîhiyan û civakên din yên etnîkî û olî kirine, weke sûcên li dijî mirovahiyê û jenosîde penase dikin.   Di dewamiya pêşnûmeyê de tê gotin: "Parlamento diyar dike ku DAÎŞ'ê li dijî civaka Êzidî jenosîd kiriye, sûcên li dijî mirovahiyê pêk aniye." Ligel vê yekê, têkildarî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an 4 pêşnûmeyên din jî hatin qebûlkirin.   Xalên ku hatin qebûlkirin wiha ne:    * Di darizandina DAÎŞ'iyan a li Hollandayê de, divê dengê qurbaniyên Êzidî jî bê bihîstin û mafê tazmînatê bê naskirin.   * Ji bo edaletê, darizandina çeteyên DAÎŞ'ê, yên ku ji derve çûne herêmê û sûc kirine jî di nav de, li herêmê pêk were.   * Divê fona alikariya ji bo piştgiriya jin û zarokên Êzidî ku bûne qurbanê hovîtiya DAÎŞ'ê bê zêdekirin.   * Divê hikûmet piştgiriyê bide jinûveavakirina Şengalê.   Hejayê gotinê ye ku di rûniştina 1'ê Tîrmehê ya parlamentoya Hollandayê de, wezîra karên derve Sigrid Kaag jî, li ser navê hikûmetê piştgirî dabû pêşnûmeyê. Sigrid Kaag diyar kiribû ku hikumeta Hollanda, ji bo naskirina qirkirina êzidiyan, di qada navneteweyî de kar dike, lê hîna ji bo vê yekê, desteka pêwist ya siyasî nîne. Kaag, destnîşan kiribû ku heta ev yek pêk were, ew ê xebatên xwe yên komkirin û radestkirina delîlên qirkirinê, ji bo navenda lêkolîna serbixwe ya navneteweyî ya girêdayî NY'yê, dewam bikin. Ji bo ku fermana 3'ê Tebaxa 2014'an weke qirkirina êzidiyan di qada navneteweyî de bê naskirin, divê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, biryarnameyek bê qebûlkirin, an jî ji aliyê Dadgeha navneteweyî an Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve jî biryar bê dayîn.    Bi vê gavavêtinê Hollanda jî li welatên ku Qirqirina Êzidiyan nas dikir zêde bû. Parlementoya Belçîkayê jî ji bo ku qirqirina êzîdiyan nas bike hefteya derbasbûyî pêvajoya fermî dabû destpêkirin.