Li Mêrdînê bijîjkek mirî hat dîtin 2021-07-06 20:34:33   MÊRDÎN - Bijîjk Mehmet Ragip Ekmen ku li Nexweşaneya Dewletê ya Mêrdînê peywirdar bû li mala xwe mirî hat dîtin.      Bijîjk Pisporê Nexweşînên Çavan Mehmet Ragip Ekmen ku li Nexweşaneya Dewletê ya Mêrdînê peywirdar bû li mala xwe mirî hat dîtin. Sedema teqez a mirina Ekmen ku ji aliyê xizmên xwe ve hat dîtin nehat hînkirin. Cenazeyê Ekmen ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat diyarkirin ku wê cenazeyê Ekmen piştî karên otopsiyê radestî malbata wî bê kirin.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.