Di xebatên vedanê yên DEDAŞ'ê de hestiyên 2 mirovan hatin dîtin 2021-07-06 18:08:17   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di xebatên vedanê yên DEDAŞ'ê de parçeyên hestiyên 2 mirovan hatin dîtin.   Li kuçeya Mîmar a taxa Dîcleyê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di xebatên vedanê yên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) de parçeyên hestiyên 2 mirovan hatin dîtin. Tîmên lêgerînê yên li ser agahdarkrinê hatin cihê bûyerê parçeyên hestiyan kom kirin û birin Saziya Tipa Edlî (ATK). Dozgeriyê der barê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin.    Li aliyê din di 1'ê tîrmehê de jî li heman taxê di xebatên vedanê de parçeyên hestiyê kesekî hatibû dîtin.