CPJ’ê cezayê hefsê ku li rojnamevan Boltan hatibû birîn şermezar kir 2021-07-06 16:57:59   AMED - Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), 2 sal û 17 roj cezayê hefsê ku bi îdiaya rojnamevan Hakki Boltan heqaret li serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû kiriye hatibû birîn, şermezar kir.    Rojnamevan Hakki Boltan, di sala 2016’an de têkildarî Midurê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş ku di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de li jêrzemîna avahiyekê hatibû qetilkirin, daxuyanî dabû. Dadgehê bi îdiaya “heqaret li serokkomar hatiye kirin” salek û 2 meh û 17 roj û bi îdiaya “heqaret li serokwezîr kiriye” jî 10 meh cezayê hefsê li Boltan birîbû. Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), cezayê li Boltan hat birîn bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.    CPJ’yê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Tirkiye ji bo azadiya ramanê bikaraniye, divê îtîrazî temyîza parazvanê çapemeniya azad Hakki Boltan neke. Divê meqamên tirk ji bo rojnamevan, bi awayekî kêfî nekevin girtîgehê, reformên qanûnî yên pêwîst pêk bînin.”   Hat diyarkirin ku parêzerê Boltan Resûl Tamûr têkildarî mijarê hin nirxandinên derbarê dozê de jî di nav de daxuyaniyek ji Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê û ji ofîsa Enqereyê ya Ahmet Davûtoglû yê niha Serokê Partiya Pêşerojê ye bi e-postayê şandiye lê hêj tu bersiv negirtiye.