Dema binçavkirina endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat dirêjkirin 2021-07-06 15:31:15   STENBOL - Dema binçavkirina endamên DÎK û DÎAY-DER’ê ligel pirsgirêkên tenduristiyê yên dijîn jî 4 rojan hat dirêjkirin.    Di çarçoveya lepîrsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da destpêkirin de polîsan 3'ê tîrmehê bi awayekî hemwext operasyon li dar xistibûn û Serokê Komeleya Alimên Olî (DÎAY-DER) Ekrem Baran û Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mehmet Nas jî di nav de 25 kes  binçav kiribûn. 23 kesên di bin çavan de li Qereqola Cendermeyan a Maslakê 2 jî li Qereqola Cendermeyan a Eyupê tên ragirtin.    Hat hînbûn ku di dosyaya biryara veşartînê danîn ser de derbarê 28 kesan de lêpirsîn tê birêvebirin û derbarê 3 kesên ku nehatin binçavkirin de jî biryara binçavkirinê heye.    GUMANA QEYRANA DIL   Hat diyarkirin ku rêveberê DÎAY-DER’ê Alî Fûat Hatîpoglû ku di 3’ê tîrmehê de li mala xwe hatibû binçavkirin, bi gumana qeyrana dil di 4'ê tîrmehê de rakirine nexweşxaneyê û Mele Xalit Bûlût ê 82 salî jî di nezaretê de pirsgirêkên tenduristiyê dijî.    AMBÛLANS LI QEREQOLÊ NE   Li gor agahiyên me bi dest xistin, temenê temamê kesên di bin çavan de di ser 70 salan de ye û bi gelekî wan re nexweşiyên dil, şekir, tansiyon û çav hene. Hat hînbûn ku her roj bi ambûlansên ku tên qereqolê kesên di bin çavan de dibin nexweşxaneyê.    DEMA BINÇAVKIRINÊ HAT DIRÊJKIRIN   25 kesên ku 4 roj in di bin çavan de ne îro anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê û dema binçavkirina wan 4 rojan hat dirêjkirin.