Mengûç: Derzîkirina kêm a li bajarên kurdan ne tesadufî ye 2021-07-06 12:18:16   ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî ya HDP’ê Dr. Samet Menguç diyar kir ku rêjeya derzîkirina li bajarên kurdan a kêm ne tesadufî ye û ev tercîhek bi zanebûn e.    Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî ya HDP’ê Dr. Samet Menguç têkildarî derzîkirina koronayê ya kêm û newekheviya navbera herêman li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.    ‘LI BAJARÊN KURDAN TERCÎHEK SIYASÎ TÊ KIRIN’    Menguç bal kişand ser dane û rêjeya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) û Wezareta Tenduristiyê di 26’ê hezîranê de parve kiriye û got: “Li bajarên kurdan rêjeya derzîkirinê gelek kêm e. Di serî de gelê kurd tevahiya gelên Tirkiyê bi xetereya Kovîd-19’ê re rûbirû ye. Di çarçoveya têkoşîna dij Kovîd-19’ê de tabloya derzîkirinê newekhev e û bêdaletî derdikeve holê. Bajarên herî lê kêm derzîkirin hatiye kirin bajarên wek Şirnex, Riha, Sêrt, Bedlîs, Mêrdîn, Mûş, Colemêrg, Amed, Êlih, Çewlig, Agirî, Îdir, Wan e. Rêjeya derzîkirinê ku ewqas kêm e, gelo tesadufî ye, an jî bi zanebûn terîcehek siyasî ye? Ev nabe tesadufî be. Encama terîcehek gelek zelal e. Bi zanebûn gelê kurd nayê derzîkirin. Li bajarên kurdan rêjeya derzîkirinê ji sedî 22 ye. Yanî rêjeya derzîkirina giştî di binê nivî de ye.”