Cotkarê titûnê ku gotibû ‘Ji kapîtalîstên tirşikçî re na’: Dirûşma proleterek bindest e 2021-07-06 11:10:41   MELETÎ - Mehmet Efe Dîndar ê ku bi gotina “Ji kapîtalîstên tirçikçî re na” bû remzeya çalakiyên titûnfiroşan wiha got: “Dirûşmek ku hêrsa me rabûbû. Yên tên li me didin û yên diçin li me didin. Heta yasa paş de were kişandin, em ê li ber xwe bidin.”   Wezareta Çandiniyê û Daristanê yasaya “belgeya karbidestî (yetkî belgesi)” derxist û danî pêşiya cotkarên titûnê. Bi vê yasayê re bazirganiya titûnê hat qedexekirin. Li herêma Semsûrê û Meletiyê bi hezaran cotkar ango titûfiroş dest bi xwepêşdanan kirin û vê yasayê şermezar dikin. Yek ji çalakvanên titûnê Mehmet Efe Dîndar bi dirûşmek ku berz kiribû bûbû remzeya çalakiyê. Dîndar dirûşma “Ji kapîtalîstên tirşikçî re na” berz kiribû. Dîndar ji ajansa me re axivî.      ‘HÊRS Û HESTÊN MIN WÊ DIRÛŞMÊ DERXIST’    Dîndar da zanîn ku wê dirûşma wê rojê wî berz kiriye teqîna kêliyek ya proltera ku hatiye bindestkirin bû û got: “Em ê wek xelkê vê herêmê heta ku yasa paş de were kişandin li ber xwe bidin. Em carek din dibêjin ji kapîtalîstên tirşikçî re na. Ewqas me mesref li zeviyên xwe kirin. Em ê çi bikin ji vê titûnê. Titûn nabe tirşîn jî ku em bikin tirşîn. Di destê me de ma. Wê yasa rê li ber koçberiyê veke. Kesek em jê re derdixê xwe bêjin û li me guhdar bike nîne. Ev 4 roj in em li ser rêya di bin germe de daxwazên xwe tînin ziman, lê kes nîne li me guhdar bike. Partiyek ku vê yasayê derdixe, wextê rayan jî tiştek dibêje. Ev dirûşma min berz kir bi awayek spontane ji devê min derket. Ez wek karkerek an proleterek bi hêrs bûm û bindestim. Ji ber vê hêrs û bindestiyê ji devê min derket ku wisa bêjim. Yên ku hatin li ser pişta me siwar bûn û yên ku diçin li ser pişta me siwar dibin. Yên ku tên li me didin û yên ku diçin li me didin. Ev dirûşm berhevbûna hestên me bû. Heta ku ev yasa paş de were kişandin, em ê li ber xwe bidin.”    MA / Bariş Polat