‘Hûn jî ji demokrasiyê re bibin hilmek’ 2021-07-06 10:52:21   ÎZMÎR - Nûnerên partiyên siyasî û sendîkayên li Îzmîrê beriya mîtînga ku di 8’ê Tîrmehê de li Qada Gundogduyê were lidarxistin, bi gotina “Li dijî AKP’ê hûn jî ji demokrasiyê re bibin hilmek” her kes vexwendin mitîngê.    Wê Hêzên Ked û Demokrasiyê li dijî cînayetên siyasî, girtina partiyan, zextên li dijî muxalîfan, wê di 8’ê Tîrmehê de bi dirûşmeya “Hilmek ji bo demokrasiyê” li Qada Gundogdû ya Îzmîrê ku xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz di êrişa ser avahiya HDP'a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da mitîngê li dar bixin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi 11 parlementer, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û endamên Meclîsa Partiyê (PM) xwe ve amadekariyên mîtîngê didomînin û di nava xebateke têr û tejî de ne.  Pêkhateyên Hêzên Ked û Demokrasiyê, beriya mitînga ku li dar bixin ji bo ku gelê Îzmîrê îtîrazên xwe bilind bike, vexwend Qada Gundogduyê.    Nûnerê Herêma Egeyê yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSKÎ) Memîş Sari diyar kir ku desthilat welatî bi pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) bi rê ve dibe.    'BAWERIYA CIVAKÊ LI EDALETÊ NEMAYE'   Sari da zanîn ku li sektora taybet û cemaweriyê bi hezaran karker, kedkar, akademisyen bi hêceta lepirsînên ‘FETO’yê’ ji kar hatin avêtin û wiha got: “Desthilatê pêvajoya OHAL’ê li gorî berjewendiyên xwe bikaranîn. Di pêvajoya pandemiyê de jî karker û kedkar neparastin bi gotina ‘bila çerx bizivirin û karker bimirin jî bila bimirin’ hewl da faturaya vê jî ji me re bibire.” Sari bi lêv kir ku di demekî têkiliyên dewlet û mafyayê derketin holê de baweriya civakê êdî baweriya civakê bi pêkanîna edaletê ya rayedaran nema.    Sari  destnîşan kir ku qetilkirina Denîz Poyraz dide nîşandan ku mirov êdî nikarin li welat bêhnê bistînin û wiha axivî: “Gotina ‘ez nikarim bêhnê bistînim’ ya George Floyd ê li Amerîkayê hat kuştin rojên derbasbûyî bi serê nûçegihan Bulent Kiliç ê polîsan tundî lê kir jî hat. Me jî bi wî re bêhn ne stend. Me jî biryar da ku ji bo li dijî zext, girtin û komkujiyan bisekinin ji bo ji demokrasiyê re bibin hilmek mîtîngekê li dar bixin. Bi tevlîbûna mîtînga me ya li Qada Gundogduyê hûn jî ji demokrasiyê re bibin hilmek.”   KESK: JI DEMOKRASIYÊ RE BIBIN HILMEK   Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê ya Îzmîrê Mûstafa Guven jî bi gotina “Li dijî AKP’ê hûn jî ji demokrasiyê re bibin hilmek” hemû gelê Îzmîrê, karker û kedkar vexwendin mitîngê.    EMEP: YA KU BIGUHERÎNE YEKBÛNA ME YE   Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Îzmîrê Emîne Ûyar jî diyar kir ku heq û azadî her roja ku diçe tên sînorkirin û wiha got: “Daristan, behr, dîroka me qûrbanî sermayeyê tê kirin. Êrişî huner û mûzîka me dikin. Ya ku vê yekê biguherîne yekbûna me ye û hêza me ya rêxistinkirî ye. Em li Gundogduyê werin ba hev yekbûna xwe nîşan bidin.”   HDK: EM BI KOMÎ DENG DERXÎNIN   Berdevka Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) a Îzmîrê Fevziye Înal jî bi lêv kir ku desthilatê mirov anîne asteke wisa ku nikarin xizanî û daxwazên xwe bînin ziman û wiha got: “Li welat pergala yek zilamî rê li ber pirsgirêkên cidî vedike. Aboriya welat têkçûye lê Qesr di nava luksê de dijî, alîgirên xwe xwedÎ dike û cihekariyê dike. Çavkaniyên me yên xwezayî pêşkêşî şîrketan tên kirin. Em ji van hemûyan re bi komî deng derxînin.”   ‘JI BO KU EM BÊJIN EM LI VIR IN EM LI MITÎNGÊ BIBIN’   Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Hande Ozkan jî da zanîn ku her roja ku diçe tundiya dewlet û zilam zêde dibe û wiha got: “Mînaka herî guncav derketina ji Peymana Stenbolê ye. Jinan her tim vîna xwe li kolanan beyan kirin. Em di qada de nin. Îro li dijî partiya me û têkoşîna jinê zext li her derê ne. Em ê li Îzmîrê ji bo em bêjin wê jin, Denîz qezenç bikin em ê li qadan bin. Ji ber vê yekê em hemû jinan vedixwînin mitîngê ku bi hev re bibin yek deng.”