Ocalan: Baykal serdema karên qirêj dewrî AKP’ê kir 2021-07-06 10:26:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kiribû ku Denîz Baykal “karên qirêj” dewrî AKP’ê kiriye û vê tespîtê kiribû: “Erdogan di vê çarçoveyê de ji bo rojhilatê Firatê îmha bike bûye parlamenter. Bi Baykal re wisa hevdîtin kir. Ji îslamê re azadî, ji kurdan re jî îmha.”    Rêveberê çete yê girêdayî dewletê Sedat Peker têkildarî Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê û Parlamenterê Antalyayê Denîz Baykal îtîrafan kiribû û têkiliyên veşarî yên Baykal bi îqtidarê re anî rojevê. Bi îtîrafa Peker re derket holê ku Baykal partiya xwe jî manîpule kiriye. Baykal û Tayyîp Erdogan di sala 2002’yan de li Beylerbeyî hevdîtinek veşarî kirin. Di encama vê civîna veşarî de rê li ber parlamenteriya Erdogan vebû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî beriya niha bi salan di hevdîtinên xwe yên li gel parêzerên xwe û hevdîtinên Şandeya Îmraliyê de nirxandin kiribû û bal kişandibû ser têkiliya Baykal û Erdogan.    JI ÎSLAMÊ RE AZADÎ, JI KURDAN RE ÎMHA    Ocalan di nirxandina 19’ê çileya 2011’an de li gel parêzerên xwe kiribû û gotibû bi hevdîtina sala 2002’yan de li Beylerbeyî hatiye kirin rê li ber serokwezîriya Erdogan vekiriye. Ocalan anîbû ziman ku ew hevdîtin bi belgeyan pêk hatiye û wiha gotibû: “Di pirtûka Yalçin Kuçuk de jî hatiye gotin. Em jî dizanin. Bi vê lihevkirinê re, rê li ber serokwezîriya Erdogan vebû. Yanî hêj di girtîgehê de bû rêya li ber serokwezîriya wî vekirine. Baykal li ser fikra ‘Çawa bibe jî wê AKP biçe, nêzî du salan wê li ser îqtidarê bimîne, pişt re wê biçe’ bi Erdogan re li hev kir. A rast naveroka li hevkirina wan jî kurd bûn. Ji Erdogan re got ‘bi îslama siyasî kurdan biqedîne’. Baykal difikirî ku wê bi destê AKP’ê kurdan biqedîne û pişt re jî ew bi xwe di sala 2004’an de bibe serokwezîr. Pilan ev bû. Di nava vê pilanê de Bahçelî jî hebû. Bahçelî ew jî di nava vê pilanê de bûn û bi salan destek dan AKP’ê. Di wê serdemê de Ayişigi, Sarikiz û hwd. pilana darbeyê jî bi vê pilanê re girêdayî ye. Di vê pêvajoyê de wê PKK’ê di hundir de tasfiye bikirina. Helwesta me ya aştiyê yên di sala 2003’yan de ji aliyê dewletê ve wek lawaziyek dihat dîtin. Di vê yekê de hinek bi ser ketin. Ew revên tên zanîn çêbûn. Berxwedana hevalên li çiyê û gelê me vê pilanê pûç kir, pilana wan negirt. Îngilistan ew jî piştevaniya AKP’ê kirin, AKP ji Amerîka û İngilistanê destûr wergirt û îqtidara xwe domand.”    Ocalan di hevdîtina 3’yê çileya 2013’an de ya li gel Şandeya Îmraliyê diyar kiribû ku feraseta “em bi îslamê dikarin kurdan êgle bikin” AKP’ê derxistiye holê û wiha gotibû: “Ji bo imhaya kurdan bi sedema bikaranîna îlsamê divê qiyamet were rakirin. Erdogan di vê çarçoveya bingeha ku rohilatê Firatê îmha bike bû parlamenter. Bi Baykal re li ser vê yekê li hev kirin. Ji îslamê re azadî, ji kurdan re jî îmha! Ev nabe. Wextê ku Îsraîl ava bibe du provokasyonên mezin hene. Bi ser CHP’ê re bêkurdbûn û bêîslambûn tê sepandin. Netewperestên Kemalîst li ser bingeha ku kurdan tune bikin bi derdorên sermayeya yahûdî re hevdîtin kirin.”    ERDOGAN BAYKAL BIKAR ANΠ   Ocalan di hevdîtina 23’ê sibata 2013’an de jî wiha gotibû: “Baykal serdema karên qirêj dewrî AKP’êk ir. Baykal xeletiyek dîrokî kiriye. Tayyîp beg xasûk derket, Denîz Baykal bikar anî.”    MA / Ozgur Paksoy