Derbarê parêzerên Mûsa Orhan de gilî hat kirin 2021-07-06 09:04:16 SÊRT - Parêzerên malbata Îpek Er derbarê parêzerên Mûsa Orhan ê tecawizkar, Mehmet Erkan Akkûş û Aliye Dogan de gilî kir.  Çawişê pispor Mûsa Orhan ê li Sêrtê leşkeriyê dikir, çûbû gundek navçeya Qûbinê ya Êlihê û Îpek Er revandibû û dest dirêjî wê kiribû. Îpek Er a 18 salî di 16’ê tîrmeha 2020’an de hewl da dawî li jiyana xwe bîne. Er li nexweşxaneyê hat tedawîkirin û di 18’ê tebaxê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li ser berteka xelkê tecawizkar Orhan ji sûcê “êrişa zayendî ya biwesf” hat girtin lê lê di 25’ê tebaxê de hat berdan. Parêzerên Orhan, Mehmet Erkan Akkûş û Aliye Dogan hewl dan ku wî ji sûcê tecawizê biparêzin.    Her du parêzer bûn cihê nîqaşê. Herî dawî parêzer Erkan Akkûş di danişîna 3’yemîn a li Dadgeha Sêrtê tê lidarxistin de bavê Îpekê, Fûat Er bi hêceta “keça xwe neparastine” sûcdar kir û malbatê di bin tohmetên giran de hişt.    GILÎ KIRIN    Li ser vê yekê parêzerên malbata Îpek Er, derbarê parêzerên Mûsa Orhan ê tecawizkar de gilî kirin. Parêzerên malbatê bi sûcdariyên “li dijî prensîba pîşeyî”, “heqareta alenen” û “li pey hev heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye” serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TTB) û Baroya Enqereyê dan û giliyê parêzeran kirin.    Parêzerên malbata Er, di daxwaznameya gilîkirinê de cih dan neheqiya ku parêzerên Orhan li malbata Er kiriye û hat gotin bi zanebûn mablat hedef hatiye girtin. Di daxwaznameyê de hat gotin ku sûc hatiye kirin.    MA / Hamdullah Kesen