ÎHD: Li girtîgehê ‘lêgerîna dev’ bêhiqûqî ye 2021-07-06 09:04:13 MERSÎN – Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Mersîn Hakki Demîr, diyar kir ku pêkanîna “lêgerîna dev” a li girtî gehab li girtiyan tê ferzkirin bihiqûqî ye.  Bertekên li dijî pêkanîna “lêgerîna dev” ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê dema çûn û hatine nexweşxaneyê li girtiyan tê ferzkirin, didomin. Gelek girtiyan, bi rêya malbatên xwe ragihandin ku pêkanîn rûmeta wan dişikîne û wê li dijî pêkanînê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bidin. Hat diyarkirin ku girtiyên nexweş jî di nav de gelek girtî ji ber ku li dijî pêkanînên li girtîgehê dertên naçin nexweşxaneyê. Girtiyan, ji malbatên xwe re ragihandin ku ji rewşeke neyînî ya li dijî wan dê rêveberiya girtîgehê berpirsyar be.    ‘PÊKANÎN LI DIJÎ RÛMETA MIRVAN E’   Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Mersîn Hakki Demîr, têkildarî pêkanîna “lêgerîna dev” a li dijî girtiyan axivî û diyar kir ku pêkanîn nayê qebûlkirin û wiha got: “Ji bo ku rewşê di cih bişopînin em ê parêzeran bişînin girtîgehê. Pêkanîn ji aliyê gardiyan û leşkeran ve li girtiyan tê ferzkirin. Ev pêkanîn li dijî maf û rûmeta mirovan e. Zexta derûnî li girtiyan tê kirin. Mafê mirovan a xwe gihandina tenduristiyê mafê herkesî ye û kes nikare asteng bike. Peywira gardiyanan ew e ku girtiyên nexweş bibe revîr û nexweşxaneyê.”   BANGA LI CIVAKÊ    Demîr, destnîşan kir ku pêkanîn bi kêfî ye û kesên li girtîgehan peywirdar bi bîrdozî nêzî girtiyan dibin û ev tişt gotin: “Pêkanîneke bi vî rengî di tu qanûn û rêziknameyan de tune ye. Kesên van pêkanîn pêk tînin sûc dikin. Li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş giran e. Hikûmet û Wezareta Edaletê ku ji pêkanînê re bêdeng in ji rewşa neyînî ya li girtîgehan berpirsyar in. Li dijî pêkanînên li girtîgehan dive civak hê bêtir hestiyar be. Girtî nikarin dengê xwe bibihîzin. Hemû saziyên têkoşîna mafê mirovan didin divê dengê xwe li dijî binpêkirinan bilind bikin. Ez bang li malbatên girtiyên ku mexdûr bûne dikim ku serî li komeleya me bidin.”    MA / Mehmet Şah Orûç