Aydeniz: Dema ku nêrinên Ocalan belav dibin civak bêhn distîne 2021-07-05 21:07:26 ÇEWLIK/XARPÊT - Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz ku li Çewlik û Xarpêtê hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne, diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê têkoşîn bê dayîn û ev tişt got: "Dema ku birêz Ocalan fikr, nêrin û gotinên xwe yên azad berbelav dike civak bêhn distîne."        Hevserokê Komgreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, li navçeya Korxolê ya Çewlikê û navçeya Depê ya Xarpêtê serdanan gundan kirin û bi gel re hatin gevlhev. Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr, Hevseroka HDP'a Çewlikê Arzû Firat û Hevserokê HDP'a Depê Veysî Saritag jî bi heyeta KDC û DBP'ê re serdana gundan kirin. Heyeta KCD û BDP'ê li her du navçeyan jî bi çoşeke mezin hat pêşwazîkirin.    'LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎN DIVÊ'   Di van serdanan de Hevseroka BDP'ê Saliha Aydenîz axaftin kir. Aydenîz, diyar kir ku sedema qrîza Pirsgirêka Kurd e û wiha got: "Polîtîkaya Komarê Dewleta Tirk a sedsalî tekperestî ye. Tirkîtî, sunîtî û îslamîyet tê ferzkirin. Lİ dijî vê herkes dijmin tê hesibandin û qetilkirina wî tê xwestin. Tifaqa AKP-MHP'ê ya 6 salan ji vê polîtîkayê xwedî dibe. Bi Girava Îmraliyê dest bi van polîtîkayan dikin. Pergala Îmraliyê taybet e û li tu dera dinyayê pergaleke wiha tune ye. Li dijî tecrîdê divê têkoşîn bê dayîn. Dema ku birêz Ocalan fikr, nêrin û gotinên xwe yên azad berbelav dike civak bêhn distîne. Me vê di navbera salên 2013-2015'an de dît. Ji ber ku ji bingeha demokratîk ditirsin neçareseriyê kûr dikin û di şer û tecrîdê de israr dikin. Li dijî tecrîdê 200 roj in girtî di grevê de ne. En tenê ne berpirsyariya girtiyan e. Ev berpirsyariya me hemûyan e. Divê ku di têkoşînê de gel jî hebe."