Gelek leşker sewqî Meletî û Semsûrê hatin kirin 2021-07-05 18:02:16   MELETÎ - Li dijî hilberînerên titûnê gelek leşker sewqî Meletî û Semsûrê hatin kirin û li deverên ku çalakiya birînê rê tên lidarxistin nuqteyên kontrolê hatin danîn.    Çalakiyên hilberînerên titûnê yên li dijî "belgeya rayeyê" ya Wezareta Daristan û Çandiniyê ku ji bo qedexekirina firotina titûnê derxistiye didomin. Çalakiya duh li Semsûrê hatibû lidarxistin û heta derangiya şevê berdewam kiribû. Bihezaran hilberîneran rêya Semsûr-Meletî, Semsûr-Riha û Semsûr-Amedê biribûn û rê ji trafîqê re girtibûn. Hat hînbûn ku hilberîneran ji bo muzakereyan heta roja înê navber daye çalakiya xwe.    Li aliye ji bo çalakiyê hejmareke zêde leşker ji bajarên herêmê sewqî Semsûr û Meletiyê hatin kirin. Li ser rêya Meletî û Semsûrê gelek nuqteyên kontrolê yên leşkerî hatin danîn.    Li têketina navçeya Çêlikan a Semsûrê bi maşîneyên zirxî nuqteya kontrolê ya leşkerî hat avakirin. Li taxên Surgu û Reşadiyê yên navçeysa Wêranşarê ya Meletiyê jî bi heman rengî nuqteyên kontrolê hatin avakrin. Li vir wesayît tên rawestandin û rêwî di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re tên derbaskirin. Piraniya nuqteyan li deverên ku çalakî li wan tên lidarxistin hatine danîn.