Li gundên bêav hatin hiştin weqayên vereşîn û emelê zêde bûn 2021-07-05 17:25:47   AMED - Parlementerên HDP’ê yên Êlihê, diyar kirin ku li gundên ji ber birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê bêav mane weqayên vereşîn û emelê zêde bûne.    Parlementerên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Feleknas Ûca, Ruştu Tiryakî û Necdet Îpekyuz têkildarî birîna ceyranê ya bi hêceta “deynên nayên dayîn” ên gundên girêdayî navçeya Hezoya Êlihê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Parlementeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku ji ber birîna ceyranê dînamoyên avê naxebitin, gund bêav mane û ji ber gundî pêwistiya xwe ya avê ji qenalên avdanê dabîn dikin û weqayên vereşîn û emelê zêde bûne.    ‘WEQAYÊN VEREŞÎN Û EMELÊ ZÊDE BÛNE’   Parlementeran di daxuyaniya xwe ya bi sernavê "Li Êliha ku li her sê aliyên wê av heye, lê gel nikare nikare xwe bigihîne avê” de dan zanîn ku li gundên Zîlan, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskutê û Holê bi hezaran kes ji 23’yê hezîranê ve nikarin xwe bigihînin ava paqij û wiha gotin: “Gundiyên ku 13 roj in bêav hatine hiştin, bi traktoran ji Çemê Batmanê an jî ji qenalên avê yên DSÎ’yê pêwistiyên xwe yên avê dabîn dikin. Weqayên vereşîn û emelê gelek zêde bûne.”   ‘DIVÊ DESTHILAT GAV BIAVÊJE’   Parlementeran destnîşan kirin ku DEDAŞ ji bo gelê herêmê bûye “pirsgirêk” û zilmê li xelkê dike û gotin: “DEDAŞ bi hêceta 'deynê ceyranê' di vê germa havînê de ceyrana gel biriye û bêav hatine hiştin. Gelê me tê cezakirin. Xwe gihandina avê mafekî mirovî yê bingehîn e. Ji ber vê yekê mafê avê ya weke xizmeta civakî berpirsyariya dewletê ye. Divê DEDAŞ demildest dest ji vê pêkanînê berde. Divê desthilat jî ji bo mafê gel pêk bê, gavan biavêje."