Nobeta parlamenteran a li pêş girtîgehê didome 2021-07-05 16:11:23   ENQERE - Çalakiya Nobeta Edaletê ku HDP’ê ji bo parlamenterê xwe Omer Farûk Gergerlîoglû li pêş Girtîgeha Sîncanê da destpêkirin ligel astengkirinê jî didome.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku ligel biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî nayê berdan, li pêş Girtîgeha Sîncanê Nobeta Edaletê da destpêkirin. Polîsan mudaxaleyî çalakiyê kir û bi ledanê gelek kes binçav kirin. HDP’iyên ligel mudaxalekirinê jî Nobeta Edaletê domandin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, axivî û diyar kir ku Gergerlîoglû ligel biryara AYM’ê jî nayê berdan û ji azadiya xwe bêpar tê hiştin.    BÊHIQÛQ E   Gulum, bi lêv kir ku Gergerlîoglû ji ber twîtekê neheqî û bêhiqûqî hat girtin û wiha got: “Bi talimata darazê ceza dan wî. Em dizanin ku daraz ne serbixwe ye. Me got Gergerlîoglû serî li AYM’ê daye divê biryar bê rawestandin. Lê ligel vê jî bi awayekî bê hiqûqî parlementeriya wî xistin û pişt re girtin û şandin girtîgehê. AYM’ê piştî demekî dirêj biryar da. Divê bi biryara AYM’ê hatibûya berdan lê hêj jî biryarê bi cih naînin."    SERBEST BERDIN    Gulum, destnîşan kir ku divê kesên hatine binçavkirin bên berdan û wiha axivî: “Kesên neheqî û bêhiqûqî hatine binçavkirin bila bên berdan. Gergerlîoglû vîna gel e hûn bi girtina wî ya neheq û bêhiqûqî sûc dikin.”    Parlementer wê nobeta xwe ya li pêş Girtîgeha Sîncanê heta saet di 17.00’an de bidomînin. Polîsan destûr nedan ku şêwirmendên parlementeran û rojnamevan bikevin qada nobetê.