Sancar: Rêya israra demokrasiyê mezinkirina têkoşîna hevpar e 2021-07-05 15:40:02   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku divê di têkoşîna azadiyê de rûpeleke nû were vekirin û wiha got: “Yekane reya israra demokrasî, tekoşîna aştiyê û hesreta azadiyê mezinkirina têkoşîna hevpar e.”   Li Enqereyê Hêzên Ked û Demokrasiyê bi sernavê “Em Mafê HDP’ê yê Siyasetê Diparêzin” civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan Mîthat Sancar, di civînê de axivî. Sancar, diyar kir ku bihevrebûyîn hêz dide wan û wiha got: “Biryardariya me li vî welatî hêz û moralekî mezin dide me.”   ARMANÇ SIYASETA DEMOKRATÎK E   Sancar, bi lêv kir ku armanca polîtîkayên zextan tenê ne partiya wan e û wiha got: “Çiqas hedefa wan weke HDP xuya bike jî armanca bingehîn qedandina siyaseta demokratîk e. Ji ber vê yekê ez vî serenavê li vir ê ‘em mafê HDP’ê yê siyasetê diparêzin’ weke em têkoşîna aştiyê, israra demokrasiyê û hesreta azadiyê biparêzin dixwînim. Yekane rêya vê jî mezinkirina têkoşîna hevpar e. Heta ku em têkoşîna hevpar mezin nekin em nikarin li dijî vê hişmendiyê berxwedaneke bi hêz jî têxin meriyetê.”   Sancar, destnîşan kir ku civîn hatiye kirin tê wateya vîna têkoşîna hevpar û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ez bawer dikim ku wê ev îrade pêl bi pêl mezin bibe. Wê li dijî pergala talan, tundî û şer hêza herî xurt bi hevrebûyîn pêk bîne. Divê îro teqez di têkoşîna azadiyê de rûpeleke din vebe. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqê bi israr bimeşînin.    BIRYARA AYM’Ê YA GERGERLÎOGLÛ   Ligel ku beriya 4 rojan AYM’ê ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû biryara binpêkirinê da jî ev desthilat pêwistiya wê pêk naîne. AYM bi xwe dibêje ev xesp li derveyî hiqûqê ye lê 4 roj in hêj jî di hundir de tê girtin. Hevalên me îro ji bo Nobeta Edaletê li pêş Girtîgeha Sîncanê kom bûbûn. Lê mixabin polîsan bi awayekî tund mûdaxale kirine. Lawê Gergerlîoglû, Salîh Gergerlîoglû jî di nav de li gelek hevalên me tundî hat kirin û hatin binçavkirin. Em vê jî şermezar dikin. Em ji bo Gergerlîoglû û hemû siyasiyên dîl girtî azadiyê dixwazin. Ez ji helbestên Ahmet Tellî pir hez dikim. Ez ê niha beşeke helbesteke wî ji we re bixwînim ‘Dema şer mezin dibin zilm jî xelas dibin. Vaye bi têkoşîna hevpar wê teqez ev zilm biqede’ Ez ser navê partiya xwe spasiya xwe pêşkeşî we hemûyan dikim. Ez dixwazim diyar bikim ku biryara mezinkirina têkoşînê hêvî daye hemû civakê.”     Piştî axaftina Sancar civîn bi dawî bû.