Partiya Çepgir a Almanyayê serdana HDP'ê kir 2021-07-05 13:37:49   ÎZMÎR - Parlamenterê Parêzgeha Berlînê Hakan Taş, serdana piştevaniyê ji bo avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ku Denîz Poyraz lê hatibû qetilkirin kir.    Parlamenterê Partiya Çepgir ê Parlamentoya Parêzgeha Berlînê ya Almanyayê Hakan Taş, serdana piştevaniyê ji bo avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ku di 17'ê hezîranê de Denîz Poyraz lê hatibû qetilkirin, kir. Taş, li avahiyê ji aliyê parlamenter û rêveberên HDP'ê ve hat pêşwazîkirin. Taş, di serdanê de axaftinek kir û ev tişt got: "Em êrişê şermezar dikin û dizanin ku kî li piştgiriya êrişê dike. Bê xwestin jî neyê xwestin wê demokrasî bê vî welatî. Partiyeke ku ampûla wê teqiyaye nepêkane ku welat ronî bike. Heke ew herin wê ev welat hê bêtir tarî nebe. Ji bo vê HDP şansekî mezin e. Em li cem we ne û hûn ne bi tenê ne. Em tev Denîz in û HDP'î ne."   Piştî lêkolînên ku bi HDP'iyan re li avahiyê bike wê biçe serdana malbata Denîz Poyraz.