HDP’a Îzmîrê banga beşdariya mitînga 'demokrasiyê' kir 2021-07-05 13:13:22   ÎZMÎR - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê wê di 8’ê tîrmehê de mitîng li dar bixe. HDP’ê banga beşdariya mitîngê kir.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê wê di 8’ê tîrmehê de bi sernavê “Demokrasî nefesek e” li Meydana Gundogdû mitîngek li dar bixe. Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê têkildarî mitîngê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist, gelek pêkahte beşdar bûn û banga beşdariya mitîngê hat kirin.    ‘JI BO DENÎZÊN DIN NEYÊN QETILKIRIN’    Hevserokê HDP’a Îzmîrê Kadîr Baydûr di civînê de qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya wan bi bîr xist, hêzên ked û demokrasiyê piştevaniyek bi hêz nîşanî partiya wan dane û got ew ji bo mitîngê li hev civiyan e. Baydûr destnîşan kir ku ew ê ji bo mitîngê tax bi tax û kuçe bi kuçe bixebitin û got: “Em xelkê xwe vedixwînin mitîngê. Em di 8’ê tîrmehê de li Îzmîrê îtîrazên bi hêz bînin ziman. Em naxwazin Denîzên din werin kuştin. Ji ber vê yekê jî em bi girseyî li qada mitîngê kom bibin.”    Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Endamê Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê Mahfûz Guleryuz jî axivîn û banga beşdariya mitîngê li her aliyan kirin.    Rêveberên HDP’ê piştî civînê çûn Sûka Kemeralti û Kolana Alsancakê belavok belav kirin û xelkê vexwendin mitîngê.   Navên parlamenterên HDP’ê yên beşdarî mitîngê bibin wiha ne: Alîcan Onlu, Necdet Îpekyuz, Abdullah Koç, Îmam Taşçier, Zeynel Ozen, Hasan Ozguneş, Pero Dundar, Remziye Tosun, Oya Ersoy, Sezaî Temellî û endamê Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê Velî Saçilik.