Denîz Poyrazeke din ji dayik bû 2021-07-05 12:50:29   MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê, navê Denîz Poyraz li zarokeke ku nû ji dayik bû hat danîn.    Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di saetên serê sibehê de pitikek keç ji dayik bû û dayik û bavê wê Sîdar û Mazlûm Koç navê Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin li bitika xwe kirin.    Sîdar û Mazlûm Koç, di peyama ku têkildarî mijarê parvekirin de gotinên dayika Poyraz Fehîme Poyraz bi bîr xistin û ev tişt gotin: "Dayika Fehîme dema ku hê cenazeyê keça wê li erdê bû got, 'Denîzek biçe wê bi hezaran Denîz bên'. Sekna dayika Fehîme remza sekna gelê kurd e. Em jî weke malbatên beriya xwe gotinên ji gotinên dayika Fehîme tişta dikeve ser milê me digirin û navê Denîz Poyraz li pitika xwe ya nû welidiye datînin."   Beriya nha li Şirnex û Mêrdînê jî malbatan navê Denîz Poyraz li pitikên xwe kiribûn.