Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kir 2021-07-05 12:32:32 ENQERE - Polîsan êrişî Nobeta Edaletê ku HDP’iyan li pêş Girtîgeha Sîncanê ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû yê girtî da destpêkririn, kirin û gelek kes binçav kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ligel biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî nayê berdan, li pêş Girtîgeha Sîncanê Nobeta Edaletê da destpêkirin. Polîsan êrişî çalakiya nobetê kir û lawê Gergerlîoglû Salîh Gergerlîoglû bi ledanê binçav kirin. Polîsan, mudaxileyî rojnamevanên ku xwestin dema binçavkirina Salîh Gergerlîoglû bigirin jî kirin. Polîsan dest danîn ser ekipmanên rojnamevanan û gef li rojnamevanên ku nûçegihanên me jî di nav de xwarin ku wê dest deynin ser telefonên wan.    Di êrişa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin, HDP’î hêj li cihê çalakiyê disekinin.