Malbata Şenyaşar: Kekê wekîlê AKP’ê gefa kuştinê li me dixwe 2021-07-05 12:31:02   RIHA - Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya “edaletê” didomîne. Ferît Şenyaşar diyar kir ku kekê Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, Suleyman Yildiz cara duyemîn gefa kuştinê li wan xwariye û giliyê wî kirine.    Malbata Şenyaşar bi daxwaza “edaletê” 119 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobetê li dar dixe. Malbat vê sibehê jî zû hat ber edliyeyê û dest bi nobetê kir.    Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew di 2’yê tîrmehê de ji bo piştevaniyê çûne Amedê û her kes doza wan dişopîne. Şenyaşar got sibê roja 120’emîn a çalakiya wan e û 4 mehê wê diqede.    GEFA KUŞTINÊ    Şenyaşar destnîşan kir ku qetliyama esil ew e ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hatiye û got: “Derbarê bûyerê de kamerayên ewlehiyê, beyanên doktoran û teşhîsa dayika min hene lê kesên qetliyam kirine bi rehetî di nava xelkê de digerin. Kekê wekîlê AKP’ê, Suleyman Yildiz ê ku ji polîtîkaya bêcezatiyê sûd werdigire hêj gefa kuştinê li me dixwe. Me cara duyemîn derbarê Suleyman Yildiz ê ku di medya civakî de gef li me xwar, gilî kir.”    ‘HÊVIYEK…”    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî jî wiha got: “Dozgerê dozê yê 7’emîn çû. Wê dozgerê 8’emîn îro li dozê binêre diyar bibe. Sûcek mirovahiyê li holê heye, em tenê dixwazin tişta pêwîst a hiqûqî were kirin. Dozgerek nû! Hêvîyek nû!”