26 roj in tu agahî ji siyasetmedarên ku PDK'ê ew binçavkirine nayê girtin 2021-07-05 12:07:10   NAVENDA NÛÇEYAN - 26 roj in tu agahî ji nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD'ê yên PDK'ê li Balafirgeha Hewlêrê binçavkiribûn nayê girtin.    Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz ji bo endamên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze ku ji bo ku operasyona Tirkiyeyê ya ser Herêma Kurdistana Federe rawestînin serdana herêmê kirin, pêşwazî bikin di 10'ê hezîranê de çûbûn Balafirgeha Hewlêrê. Lê hêzên PDK'ê her sê siyasetmedar binçav kiribûn. 26 roj in tu agahî ji siyasetmedarên hatin binçavkirin nayê girtin. Derbarê binçavkirinê de heta niha tu agahî nedane rayedarên Rêveberiya Xweser û PYD'ê jî.    ÊRÎŞEKE LI DIJÎ YEKITIYÊ YE   Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) derbarê mijarê de daxuyaniyek da. PYD'ê diyar kir ku ji siyasetmedaran hikumeta Herêma Kurdistana Federe berpirsyar e û da zanîn ku ji bo aqûbeta nûnerên wan were diyarkirin xebatên wan didomin. PYD'ê berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: "Em bang li desthilata Başûrê Kurdistanê dikin ku derbarê nûnerên me de agahiyekê bidin û wan berdin. Em pêvajoyê bi baldarî dişopînin. Li gorî agahiyên me bi dest xistine, siyasetmedar teslîmî kesên ku dijminatiya kurdan dikin hatine kirin. Em binçavkirina nûnerên me û agahî nedayîna derbarê wan de rast e rast weke êrîşa ser hewldanên me yên yekitiya neteweyî dibînin."   Ciwan Ebdulkerîm ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo dermankirina dayika xwe çû Herêma Kurdistana Federe li Deriyê Sînor ê Xabûr hatibû binçavkirin. Ji Ebdulkerîm jî 28 roj in agahî nayê girtin.