Rapora meha hezîranê ya DFG’ê: 2 rojnameger hatin girtin û 96 rojnameger jî tên darizandin 2021-07-05 11:25:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a DFG’ê, di meha hezîranê de 2 rojnameger hatine girtin, 2 rojnameger hatine binçavkirin û 96 rojnameger jî tên darizandin.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha hezîranê aşkera kir. DFG’ê, diyar kir ku bê hiqûqî, astengî û êrîşên li dijî rojnamegeran zêde bûne û wiha got: “Me meha hezîranê bi qerîna rojnamegerê ku got ‘ez nikarim nefes bistînim’ bi dawî kir. Mixabin vê mehê jî mafên gelek rojnamegeran hatin binpêkirin. Doz li ser dozê vekirin û ceza li ser ceza li rojnamegeran birîn. Li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirov gihiştiye astekê ku ne tenê rojnameger, hemû beşên civakê êdî nikare nefese bistîne. Em hem wekî rêxistina pîşeyên rojnamegeran û hem jî xebatkarên çapemeniyê, ji rewşa li dijî hiqûqê ya Tirkiyeyê bi fikar in. Ji ber vê yekê em hewl didin vê bê hiqûqî û pêşketinên neyînî bi raya giştî re parve bikin. Lê ev hewldan li dîwarê hişmendiya îqtîdarê ya qedexekar diqelibe. Dîsa ev hewldan wekî sûc û îhlala mafên mirovan paş ve li me vedigere.”   ‘CEZA LI SER CEZA HAT BIRÎN’   DFG’ê, da zanîn ku di meha hezîranê de jî rojnameger bi gelek pirsgirêk, zext û cezayan re rû bi rû mane û wiha berdewam kir: “Li rojnamegeran doz li ser dozê hat vekirin. Ceza li ser ceza hat birîn. Li 3 rojnamegeran ceza birîn. Li rêveberê komeleya me û rojnameger Hakki Boltan bi hinceta ‘Heqaret li serokomar kiriye’ ceza birîn. Ev ceza wêneyê hiqûqa Tirkiyeyê ye. Di vê mehê de ji ber du hempîşeyên me cezayên wan hatin erêkirin, hatin girtin. Hevalê me yê Rojnameger Sînan Aygun piştî hat girtin dîsa hat berdan. Di meha hezîranê de bi dehan rojnamegerên dihatin darizandin derketin pêşberî dadger.”   ‘ROJNAMEGER NIKARIN BI EWLE KARÊ XWE BIKIN’   DFG’ê, binçavkirina nûçegihanê AFP’ê Bulent Kiliç bi bîr xist û ev tişt got: “Yek ji binpêkirina herî mezin a mafan; dema nûçegîhanê AFP’ê Bulent Kiliç ê li Stenbolê çalaki dişopand, polisan ew li erdê dirêj kir û pêl li sutuyê wî kirin bû. Rojnameger Kiliç bi astengî û tundiya hişk a polîsan re rû bi rû ma. Polîsan ew li erdê dirêj kir û bê nefes hiştin. Êrîş û tundiya li dijî rojnamegeran tenê bi ve yekê ne bi sînor e. Li gelek bajarên Tirkiyeyê dema rojnamegeran nûçe dişopînin, ji aliyê polîs, esker û derdorên din ve bi tundiyê re rû bi rû man. Vê yekê carek din nîşanî me da ku dema îqtîdar rojnamegeran dike hedef, rojnameger nikarin bi ewle karê xwe bikin.”    ‘ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERAN BI DAWÎ BIKIN’   DFG’ê, bal kişand ser zext û sansura li ser çapemeniyê û rojnamegeran û wiha got: “Di meha Hezîranê de me tevan careke din mînakên ‘çawa rojnamegerî nayê kirin’ bi çavê xwe dît.  Rojnamegerên ku bi dewlet, çete û mafyayê re bi hevkarî karê vî pîşeyî dikin, dibin rûreşiya vî pîşeyî û wêneyê şermê. Ya rastî tîpa ku muqtedîr dixwazin ev tîpa rojnamegeran e. Lê divê bê zanîn ku heta rojnamegerên rastî û heqiqêtê bi civakê re par ve dikin hebin, bermahiyên mafya dê nikaribin wekî xwe bijîn. Dîsa divê yên vî welatî bi rêve dibin zanibin ku rojnameger ne di fermana tu kesan de ne. Rojnamegerên ku bi fermanê nûçeyan çê dikin û li gorî daxwaza îqtîdarê rojevê diyar dikin ew ne rojnameger in. Ji ber vê yekê carek din fêdeya dubarebûnê heye; Destê xwe ji pêsîra rojnamegeran berdin. Zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin. Dawî li sansura çapemeniyê li binpêkirinên mafan bînin.”   BINPÊKIRINÊN MAFAN   DFG’ê di raporê de binpêkirinên mafan ên meha hezîranê wiha rêz kirin:    * 2 rojnameger hatin binçavkirin.   * 2 rojnameger hatin girtin.   *8 rojnameger bi êrîşan re rû bi rû man.   * 2 rojnameger gefa sîxuriyê li wan hatin xwarin.   * Rojnamegerên li qada nûçeyê hatin astengkirin : 7 bûyer    * Derbarê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin.   * Li 4 rojnamegeran doz hat vekirin.   * Li 3 rojnamegeran 8 sal 5 meh û 2 roj cezayê hefsê hat birîn.   * 96 rojnameger tên darizandin.    * Li girtîgehan binpêkirineke mafan a rojnamegeran qewimî.   * RTUK’ê 3 caran ceza birî.   * 21 nûçe, 2 malperên înternetê, 33 naverokên medya dîjîtal hatin astengkirin.   * Rojnamegerek ji kar hat derxistin.   * 68 rojnameger girtî ne (5’ê Tîrmeha 2021).