AYM’ê ji bo girtina Ozgur Gundemê biryara binpêkirinê da 2021-07-04 16:09:09   STENBOL - AYM’ê, serlêdana ku ji bo “girtina derbasdar”  a Rojnameya Ozgur Gundemê hatibû kirin nirxand û biryar da ku azadiya çapemeniyê û ramanê hatiye binpêkirin.    Parêzerên Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, li dijî biryara “girtina derbasdar” a rojnameyê ya di 16’ê Tebaxa 2016’an de hatibû dayîn serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. AYM’ê, vê serlêdanê nirxand û biryar da ku azadiya çapemeniyê û îfadeyê hatiye binpêkirin.     AYM’ê, serlêdana xwedî, rayedar û xebatkarên rojnameyê ku bi rêya parêzerên xwe Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz di 26’ê îlona 2016’an de kiribûn jî nirxand. Di vê nirxandina xwe de jî AYM biryar da ku angaşta der barê binpêkirina azadiya çapemeniyê û ramanê ya der barê hin kesan de "nayê qebûlkirin" da. AYM’ê ji bo hin kesên serlêdan kirine jî biryara binpêkirinê da.    Tê payîn ku hurgiliyên biryarê di rojên pêş de werin aşkerakirin.