‘Navnîşana hevpar a çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmrali ye’ 2021-07-04 15:25:30   HATAY - Parlementera HDP’ê Semra Guzel, diyar kir ku bi zextên desthilatê re tecrîd kûrtir bûye û bi lêv kir ku navnîşana hevpar a çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmrali ye.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hatayê, bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, li avahiya xwe ya navçeya Îskenderûnê bi gel re hatin gel hev. Di hevdîtinê de pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, bila tecrîd bi dawî bibe” , “Zext nikarin me têk bibin” , “HDP Denîze wê Denîzên me xelas nebin” û wêneyên Denîz Poyraz hatin daliqandin.     BINGEHA ÊRIŞAN TECRÎD E   Di hevdîtinê de Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel axivî. Guzel, diyar kir ku ji ber desthilat ji hatina bahev a gel ditirse zext û êrişên ser partiya wan zêde kirine. Guzel, destnîşan kir ku di bingeha êrişên ser partiya wan de tecrîda ser Îmraliyê heye û wiha got: “Ev partî ne deriyeke ku were girtin. Ev partî partiya gelan e. Ji ber dewlet ji vê ditirse dixwaze bigire.”   ÇARESERÎ ÎMRALI YE   Guzel, diyar kir ku ligel zextên desthilatê tecrîd kûrtir bûye û bi lêv kir ku navnîşana hevpar a çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmrali ye û bi rakirina tecrîdê pirsgirêk dikarin bên çareserkirin.