Berdana 4 kesên di Doza Kobanê de hat îttîrazkirin 2021-07-04 15:15:35   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, berdana Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî, Emîne Ayna û Zekî Çelîk ku di Doza Kobanê de hatin darizandin îttîraz kir.    Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, biryara ji bo berdana parlamenterên berê ya HDP'ê Beyza Ustun û Îbrahîm Bînîcî, Hevseroka Giştî ya berê ya DBP'ê Emîne Ayna û Hesabgirê berê yê HDP'ê Zekî Çelîk ku di Doza Kobanê de hatin darizandin îttîraz kir. 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ku li dozê dinêre daxwaza dozgeriyê bi hinceta ku "nakeve cihê îttîrazê" red kir. Dadgehê, ji bo ku di mijara îttirazê de biryar bê dayîn dosyayê sewqî 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê  kir.