Rayedarên girtîgehê “poşmantî” li girtiya siyasî ferz kirin 2021-07-04 11:16:30   ÎZMÎR - Mîzgîn Çîçek a dema xwendekara zanîngehê bû hat girtin û 6 sal 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî ku cezayê wê ket bin salekê ji bo şertê kontrola edlî serî li girtîgehê da. Lê rayedarên girtîgehê bi awayekî bi devkî ragihandin ku bi şertê Çîçek bibêje “poşman e” û derbasî “qawişa serbixweyan” bibe dikarin daxwaza wê bêxin meriyetê.    Mîzgîn Çîçek (27) a dema xwendekara beşa Mamostetiya Zanînên Civakî ya Zanîngeha Dokûz Eylûla Îzmîrê bû di 23’ê Adara 2017’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal 3 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Ji ber cezayê Çîçekê ket bin salekê dikarê ji bo berdana şertê kontrola edlî, serî li girtîgehê bide. Çîçek a di Girtîgeha Jinan a Şakranê de tê girtin ji bo derbasî girtîgeha vekirî bibe di meha Adarê de bi daxwaznameyekê serî li îdareya girtîgehê da lê girtîgehê daxwaznameya wê nexist meriyetê. Li ser vê yekê ji Çîçeka ku aqûbeta daxwaznameya xwe pirsî re bi devkî bersiv hat dayîn û şert danîn pêşiya wê.    ‘POŞMANTÎ LI XWIŞKA MIN TÊ FERZKIRIN’   Birayê Mîzgîn Çîçek, Yûnûs Çîçek ku di hevdîtina telefonê de ji tiştên qewimîn re agahdar bû, helwesta rayedarên girtîgehê ya kêfî vegot. Çîçek, bi lêv kir ku xwişka wî bi hêceta parvekirinên medya sanal hat girtin û wiha got: “Ji bo ku cezayê wê daket bin salekê ji bo berdana şertê kontrola edlî serî li girtîgehê da. Rayedarên girtîgehê daxwaznameya wê nexistin meriyetê jî. Dema aqûbeta daxwaznameyê pirsî bi awayekî devkî jê re wiha gotin ‘heke tu derbasî qawişa serbixweyan bibî û li wir 6 mehan bimînî, dikarî ji mafê şertê kontrola edlî sûdê bigirî’. Wê jî xwest ku bi awayekî nivîskî vê yekê jê re teblîx bikin. Hêj bi awayekî fermî tiştek jê re neşandine. Poşmantî li xwişka min tê ferzkirin û dixwazin derbasî qawişa girtiyên ku jê re dibêjin serbixweyî bibe.”   ‘ÎNFAZA GIRTIYÊN SIYASÎ TÊ ŞEWITANDIN’   Çîçek, destnîşan kir ku li Girtîgeha Şakranê, heta niha mafê şertê kontrola edlî nedane tu girtiyan û wiha axivî: “Dema girtiyên siyasî serî lê didin demildest komîsyon tê avakirin û daxwazên wan bi heman awayî tên redkirin. Înfaza wan dişewitînin û dibin sedemê ku cezayê xwe hemûyê di girtîgehê de bikişînin. Me derbarê mijarê de serî li Komeleya Mafê Mirovan da. Li ser hemû girtîgehan hiqûqa dijminanê pêk tînin û dixwazin di girtîgehê de bigirin. Di heman demê de dixwazin bi binpêkirinên mafan wan biqutifînin.”