Girtiyên ku agahî ji wan nedihat girtin hatine sirgûnkirin 2021-07-04 10:56:51   NAVENDA NÛÇEYAN – Derket holê ku girtî Hasan Ortaç û Mustafa Okçu ku polisan li Girtîgeha Tokatê wan bi lêdanê desteser kiribûn û bi xwe re biribûn, hatine sirgûnkirin.    Hefteta borî girtiyê bi navê Firat Dari yê li Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T'yê tê ragirtin, li malbata xwe geriyabû û ragihandibû ku polis û gardiyanan bi ser qawîşên wan de girtiye û polisan girtiyên bi navê Hasan Ortaç û Mustafa Okçû bi ledane desteser kirine û wan bi xwe birine. Derket holê ku van her du girtiyên polisan wan bi xwe re biriye hatine sirgûnkirin.    Rojnameger û nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol, di quncikê xwe yê îro de cih da mijara desteserkirina Hasan Ortaç û Mustafa Okçû ya ji aliyê polisan ve û ragihand ku her du girtî ji Girtîgeha Tîpa T a Tokatê hatine sirgûnkirin.    BEŞA TÊKILDAR   Di quncika xwe de Aykol, têkildarî mijarê ev agahî dan:   “Piştî lêgerînê polis girtî Hasan Ortaç û Mustafa Okçû bi lêdanê bi xwe re dibin. Kesên li heman qawişê dimînin derbarê her du kesên ku polis wan bi xwe re dibin ji rêveberiya girtîgehê agahî dixwazin; lê agahî nagirin. Bi awayekî mafdar dest bi gumanan dikin. Li ser vê Ajansa Mezopotamyayê, tiştên ku pêk hatin ji rêveberiya girtîgehê pirsî lê agahî negirt ku girtî bi kuderê ve birine.   Di encama hevdîtina parêzerên eleqedar a bi rêveberiya girtîgehê re hat hînbûn ku Mûstafa Okçû sirgunî Girtîgeha Xarpêtê hatiye kirin. Hasan Ortaç jî sirgûnî girtîgeheke din hatiye kirin; lê tê gotin ku nayê zanîn ev kîjan girtîgeh e. Bi kîjan sedemî dibe bila bibe sewqkirina girtiyekî ya girtîgeheke din rayeya Wezareta Edaletê ye; lê rexmî ku ne mafê wan e jî ketine polisan a qawişê, lêgerîn kirin û bi derpkirinê bi xwe re birine girtiyan weke li dijî qanûnan heqareta li Wezareta Edaletê ye!”