Aydenîz: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûnî tê şewitandin 2021-07-03 22:08:48   ÇEWLIG - Hevserokên Giştî ya HDP'ê Salîha Aydenîz li herêma Suvêran a Dara Hênê ku bi rojan hat şewitandin got: "Erdnîgariya Kurdistanê di bin navê operasyonan de bi zanebûnî bi destê dewletê tê şewitandin."    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir çûn Çewligê. Heyeta KCD û DBP'ê dê hefteyekê li herêmê hevdîtinan bike. Heyetê çû herêma Suvêran a Dara Hênê ku agir bi daristanên wê ketibû û bi rojan dewam kiribû. Heyetê li vir pankarta li ser "Dest nede xwez û axa min" nivîsandî vekir. Hevserokên HDP'a Bajêr Arzû Firat û Hasan Solmaz û Parlementerê HDP'ê Erdal Aydemîr û Cîgirê Hevserokatiya Cigiştî ya HDP'ê Nacî Sonmez jî bi heyetê re çûn herêma agir pê ketibû.    Sonmez, anî ziman ku şewatên li herêmê û yên li deverên din ne wekî hev in. Sonmez, destnîşan kir ku li bajarên kurdan qirkirina xwezayê encama polîtîkaya şerî ye û got: "Em ji çewligê bang li hemû tevgerên ekolojiyê dikin. Têkoşîna ekolojiyê tenê ne têkoşîna parastina hawirdorê ye. Di heman demê de, têkoşîna li dijî rantê, kapîtalîzmê û şer e jî. Heger em bi hev re li dijî vê qirkirinê netêkoşin, em ê bi ser nekevin."    POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî got: "Çawa em hatin Çewligê me xwest em me xwest em vê şewatê bibînin ku dijminatiya îqtidarê ya li hemberî gelê kurd e. Heyeta me îro li vi re. Me bi vê dîmenê careke din dît ku bê polîtîkaya dewletê 100 sal in bi dijminatiyeke çawa nêzî gelê kurd dibe. Ev qada fireh bi rojan bi zanebûnî hat şewitandin. Ev nîşan dide ku daristanên li Başûr, Girêspî, Rojava, Serêkaniyê tên şewitandin û yên li vir tên şewitandin tu ferqa wan ji hev tune ye. Li navçeya Pîran û Aricakê bi dehan dever hatin şewitandin. Erdnîgariya Kurdistanê di bin navê operasyonan de bi zanebûnî bi destê dewletê tê şewitandin. Ji lew re dixwazin vê derê ji mirovan xalî bikin. Lê divê bê dîtin dê nikaribin bi komkujiyanî tune bikin. Divê baş zanibin dê nikaribin pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bigirin. Dê gelê kurd çanda xwe, statuya xwe, zimanê xwe û xwezaya xwe biparêze."    Dê hevdîtinên heyetê yên li herêmê bidomin.