Bombebarana derveyî sînor bû sedema qutbûna ceyrana gundan 2021-07-03 14:13:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Saziya Ceyrana Soran ragihand ku ji ber bombebarana balafirên Tirkiyeyê ji şeva borî ve ceyrana gundên Zargelê, Bokirîskan û Lêwje qut bûne. Rêveberiya Saziya Ceyrana Soran li ser hesabê xwe yê xwe yê fecebookê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şava borî di saet 23.30’an de balafirên şer ên Tirkiyeyê Binarê Qendîlê bombebaran kir. Ji ber bombebarana balafirên Tirkiyeyê ji şeva borî ve ceyrana gundên Zargelê, Bokirîskan û Lêwje yên Binarê Qendîlê qut bûne.   Rêveberiya Saziya Ceyrana Soran destnîşan kir ku bombebaranê ziyanek mezin a madî gihandiye xetên ceyranê.