Piştî 45 rojan cenazeyê Şîmşek hat definkirin 2021-07-02 23:50:41   AMED – Cenazeyê Aydin Şîmşek (Egîd Bismil) ku li Licê jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin.    Cenazeyê Aydin Şîmşek (Egîd Bismil) ku di 18'ê Gulanê de li navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû, li Bismilê hat definkirin. Cenazeyê Şîmşek 45 roj bûn li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê bû û îro radestî malbatê hat kirin. Malbatê cenaze bir gundê Kopeklî yê Bismilê. Malbatê xwest cenazeyê Şîmşek li vir defin bike, lê cendirmeyan nehişt. Ji ber vê malbatê cenaze bir goristana Darliya Jorîn. Gelek kes tevli merasîma cenaze bûn. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Şîmşek hat definkirin.