Bûldan, çû cem karkerên jin ên tekstîl û çandiniyê 2021-07-02 20:17:52   BÛRSA - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya hevdîtinên "Ji xizaniya jinê re na" de li Bûrsayê çû serdana karkerên jin ên tekstîl û çandiniyê.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çarçoveya hevdîtinên "Ji xizaniya jinê re na" ya Meclîsa Jinan a HDP'ê de çû serdana karkerên jin ên tekstîl û çandiniyê. Bûldan, li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê li oetelekê bi Platforma Jinan a Bûrsayê re hevdîtinek kir. Paşê, çû serdana karkerên jin ên tekstîl û çandiniyê. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Rêxistinbûyînê Ozlem Gunduz, parlementer Zuleyha Gulum, endamên Koordînasyona Jinê Bedîa Akkaya, Feray Mertoglû, Tulay Çolak, Berdevka SODAP'ê Sevtap Akdag û endamên Meclîsa Jinan a Bajêr a Bûrsayê bi Bûldan re çûn serdana karkeran.    KARKERÊN TEKSTÎLÊ   Bûldan û heyeta pê re çûn atolyeyên tekstîlê yên navçeya Yildirimê û hevdîtin bi karkerên jin re çêkirin. Bûldan, guh li pirsgirêk û daxwazên karkeran kir. Jinan jî behsa şert û mercên dijwar ên kar kirin û diyar kirin ku ev pirsgirêk ancax bi polîtîkayên HDP'ê dikarin bên çareserkirin.    KARKERÊN ÇANDINIYÊ   Paşê heye çû navçeya Yenîşehîrê, serdana karkerên çandiniyê kir. Jinan bi eleqeyeke mezin Bûldanê pêşwazî kirin û Bûldan jî tevî jinan fasûle berhev kirin û sohbet kir. Jinan bal kişand ser şert û mercên dijwar ên xebatê û ji bo doza derbarê girtina HDP'ê de jî gotin: "Dê çawa HDP'ê bigirin. Em li vir in û em HDP'î ne. Tiştekî wisa ne pêkan e."    Paşê Bûldan û heyeta pê re çûn konên karkeran. Bûldan û heyetê li vir jî guh li pirsgirêk û daxwazên karkeran kirin.    Paşê serdan bi dawî bû.