4 kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-07-02 16:33:20   AGIRÎ - Li navçeya Bazîdê 4 kesên ku hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, di 30'ê hezîranê de polisan bi ser malan de girtibû û welatiyên bi navê Halis Yarici, Mehmet Yarici, Ayhan Cengîz û Farûk Safkan binçav kiribûn. Her çar kes jî sewqî dozgeriyê hatin kirin û ji dozgeriyê bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezaya Silhê ya Nobedar hatin kirin. Dadgehê her çar kesan jî bi şertê kontrola edlî berda.