Heyeteke Rêveberiya Xweser serdana Swêdê kir 2021-07-02 15:07:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê heyetek serdana Swêdê kir û bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde re civiyan.    Reveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ên bi welatên Ewropayê re didomîne. Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd serdana Swêdê kir û bi Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Swêdê Şiyar Elî û Endmê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclisa Sûriya Demorkatîk (MSD) Elî Rehmûn re bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde hevdîtin pêk anî. Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin her du aliyan şerê li dijî terorê, ewlekarî û aramiya herêmê, piştevaniya Rêveberiya Xweser û binpêkirnên Tirkiyeyê gotûbêj kirine.   Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde, li ser hesabê xwe twîtterê wêneyê xwe û Bedran Çiya Kurd parve kir û got ku di hevdîtinê de bi Bedran Ciya Kurd re li ser rewşa siyasî ya li herêmê û hewldanên Rêveberiya Xweser a li dijî terora DAIŞ'ê niqaşan kirine.