Malbata Şenyaşar ji bo ‘edaletê’ li Amedê ye 2021-07-02 13:26:47   AMED - Malbata Şenyaşar di çarçoveya nobeta “edaletê” de îro hat Amedê û serdana Partiya DEVA’yê û Baroya Amedê kir.    Emîne û Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata wan ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Yildiz ve li Pirsûsê hatibûn qetilkirin, çalakiya xwe ya nobeta “edaletê” didomînin. Malbata Şenyaşar di çarçoveya nobeta “edaletê” de di roja 116’emîn a çalakiyê de îro hat Amedê û serdana Partiya DEVA’yê û Baroya Amedê kir.    SERDANA PARTIYA DEVA’YÊ KIRIN    Malbata Şenyaşar ewilî serdana Rêxistina Partiya DEVA’yê ya Amedê kir. Ferît Şenyaşar di serdana DEVA’yê de axivî û got: “Sê sal in em ji bom af û edaletê têdikoşin. Bi rêya darazê zilm berdewam dike. Qatilê bûyerê diyar in. Lê belê sê sal in doz nayê vekirin. Ji bo piştevaniyê em spasiya DEVA’yê dikin. Em ê doza xwe bidomînin.”   Serokê DEVA’ya Amedê Cîhan Ulsen jî mekanîzmaya ku edaletê pêk nayne rexne kir û got ew ê li dijî zilmê li cem mezlûman cih bigirin û piştevanê Malbata Şenyaşar bin.    'DIZEK Û ZILMKAR IN’    Emîne Şenyaşar jî bi bîr xist ku hevjînê wê û du lawên wê bi hovane li hewşa nexweşxaneyê hatine qetilkirin û got: “Qeydan hemû jê birin. Bila lawê min ê di zindanê de berdin. Malbata min qetil kirin. Zarokên wan li derve digerin lê zarokên min hatin kuştin. Gelo edalet ev e? Ew dizek in û li însanan zilmê dikin. Ez û vî lawê xwe tenê man. Em li her cihî digerin.”    SERDANA BAROYÊ    Malbatê piştî serdana DEVA’yê serdana Baroya Amedê kir. Emîne Şenyaşar di serdana Baroyê de xemgîn bû û giriya û got: “Em bi parçeyek kaxez li edaletê digerin. Xwîna zarokên min li nexweşxaneyê bû. Min hemû dît. Em edaletê dixwazin, êdî bes e ji vê zilmê re.”    Ferît Şenyaşar jî derbarê dosyeyê agahî da rêveberên Baroyê û got: “Daraz dibe şirîkê sûc. Em li benda her kesî ne ku piştevaniyê bide têkoşîna me. Gefê kuştinê li me dixwin lê em natirsin. An em ê di vê rêyê de bimirin an jî em ê edaletê bînin.”    'DOSYEYÊ DIREVÎNIN’    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî bi bîr xist ku ew doza malbatê ji nêz ve dişopînin û got: “Ev bûyer her kesî xemgîn dike. Gotin ji qirika meriv dernakeve. Em wek baroya Amedê li ba malbata xwe ne. Her parêzer ji bo vê dosyeyê xwedî hesasiyetekê ye. Heke hestê edaletê yê civakê neyê tatmînkirin, meriv nikare li wî welatî behsa edaletê bike. Di şexsê Malbata Şenyaşar de heke faîl neyên cezakirin, wê baweriya xelkê ya ji bo darazê heye jî bişkê. Ev pirsgirêka bêcezakirinê her ku diçe kûrtir dibe. Em behsa kuştina sê kesan dikin lê hêj qedexe li ser dosyeyê heye. Dosyeyê ji malbat û parêzeran direvînin. Em ê heta dawiyê şopdarê dozê bin. Em soz didin ku em ê li cem malbatê bin.”