Xizmê Erdogan Birîncî hat binçavkirin 2021-07-02 13:25:39 STENBOL - Xizmê Serokkokamarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, Yahya Bîrîncî, ji ber piştgiriya Sedat Peker hat binçavkirin. Yahya Bîrîncî ku bûrayê birayê Serokkokamarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, Mûstafa Erdogan e, li ser hesabê xwe yê medya sanal strana bi navê "Reîs" ku ji bo rêveberê rêxistina çete ya girêdayî dewletê Sedat Peker hatibû nivîsandin got û bi van gotinan bertek nîşanî AKP'ê da: "Li vî welatî di siyasetê de namûs nemaye. Bila werin min bigirin ew bênamûs. De hadê bila bên min bigirin em biaxivin. Êdî da qêrika me. Çima dest nadin min? Wê karê wan xera bibe...Xweda û pirtûka we tune ye? Rewşa we ya ku hûn me darvebikin tune ye." Li ser van gotinên xwe Bîrîncî li mala xwe ya Uskudarê hat binçavkirin.    Li ser medya sanal dema ku ji ber van parvekirinan kesekê ji Bîrîncî re got, 'Erdogan te bigire'. Bîrîncî jî ev tişt jê re got: "Înşallah bigire. Jixwe li bendê me ku min bigire. Lewre yên li cem xayîn in. Min name şand negihandinê. Belgename li cem min heye. Dema hilbijartinan dengê wan dertê, heke ew jî ku derkeve. Bi vê çûnê dê heta wê demê ji zû ve dengî wî bibirin."