Parêzer Yakût hat berdan 2021-07-02 13:02:08   EDENE - Parêzer Ozgur Yakût ê 3 meh bûn li Edeneyê girtîbû di danişîna ewil de hat berdan.    Danişîna ewil a doza parêzer Ozgur Yakut ku di 23’ê nîsanê de li Edeneyê bi hêceta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat lidarxistin. Gelek parêzer beşdarî danişînê bûn. Yakut ji Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F bi rêya SEGBÎS’ê parastina xwe kir. Yakût sûcdariyên derbarê xwe de red kir û xwest were berdan û beraetkirin. Parêzeran jî parastina miwekîlê xwe kirin û sûcdariyên li ser wî redkirin û xwestin were berdan û beraetkirin. Şandeya Dadgehê, Yakût bi şertê kontrola edlî berda û danişîn taloqî 28’ê cotmehê kir.