Çelîk: Operasyona derveyî sînor dewama 'Plana Rûxandinê' ye 2021-07-02 09:04:21 STENBOL - Siyasetmedar Demîr Çelîk, anî ziman ku operasyona derveyî sînor berdewama "Plana Rûxandinê" ye û got: "Pêşî ji bo tunekirina berxwedanê biryar girtin. Pir aşkere ye ku piştî PKK'ê dê berê xwe bidin kurdên din jî."  Tirkiye, dixwaze bi destê PDK'ê rageşiya di navbera kurdan de gur bike. AKP ku bi operasyonên li Zap, Avaşîn û Metînayê tiştek bi dest xist, niha jî hewil dide bi destê PDK'ê kurdan bera hev bide û bi vî awayî bi ser bikeve.    Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê berê û Parlementerê HDP'ê yê Mûşê yê berê Demîr Çelîk, talûke û firsendên ku kurd bi wan re rû bi rû ne nirxandin.    PLANA DAGIRKIRINÊ    Çelîk, diyar kir ku Tirkiye di 10 salên dawî de hewil dide bi dagirkirina Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hegemonyaya xwe berbelav bike û bi vî awayî dixwaze yekîtiya neteweyî ya kurdan jî asteng bike. Demîr, destnîşan kir ku her wiha Tirkiye dixwaze dewlemendiyên Mûsil û Kerkûkê jî bi dest bixe û got: "Lewma hêzên paramîlîter ên wekî El Nusra, DAIŞ û OSO'yê bi kar anî û hê jî bi kar tîne. Lê wer xuya ye bi ser neket û niha jî dixwaze kurdan bera hev bide û ji vê rageşiyê tiştekî bi dest bixe."   Çelîk, destnîşan kir ku Tirkiye di operasyona Avaşîn, Zap û Metînayê de tevî hemû teknolojiya xwe jî bi ser neketiye û got: "Têkçûyîn û binketineke eskerî heye. Ji bo ser vê têkşikînê bigire, rageşiya di navbera kurdan de proveke û gur dike."    ARMANC DIYALOG BÛ   Çelîk, bibîr xist ku piştî 5 pêşmergeyên li Amediyê jiyana xwe ji dest dane wekî Heyeta Aştiyê ji Ewropayê çûne Herêma Kurdistana Federe, lê li Balafirgeha Hewlêrê hatine binçavkirin. Çelîk, anî ziman ku armanca wan pêşî li ber şer bigirin û bi rêya çareserî û diyalogê pirsgirêkê çareser bikin.    YEKÎTÎ   Çelîk, anî ziman ku netew-dewlet cudahiyên kurdan ên olî, mezhebî hwd. di çarçoveya polîtîkayên cihêkar de bi kar tînin û got: "Lê parastina vê dewlemendiyê, li gor neteweya demokratîk helwesta herî rewa û demokratîk e. Lewma em têkoşîna yekîtiya neteweyî ya 50 milyon kurdî esas digirin û diparêzin. Îro, roj roja yekîtiyê ye. Em dixwazin bi vî ruhî û bi vê hewildanê û bi hêz û piştgiriya hevrêyên xwe Kurdistanê veguherînin welatekî xwdî statu û her kes karibe lê bijî."    BERDEWAMA KOMPLOYÊ    Çelîk, bal kişand ser helwesta Almanyayê ya ji bo endamên Heyeta Aştiyê û endamên Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz jî û destnîşan kir ku divê tiştên qewimîn di çarçoveya polîtîkayên dewletên endamên NATO'yê de bên nirxandin. Demîr, anî ziman ku êrîşên li Herêma Kurdistana Federe û polîtîkaya rageşiyê ya di navbera kurdan de girêdayî NATO'yê ne û pêwendiya vê, bi komploya navdewletî re heye ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû kirin.    Çelîk, diyar kir ku Almanya jî dixwaze pirsgirêka kurdî li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne û got: "Almanyayê hin hevalên me asteng kirin. Ev, encama feraseteke berjwendiyên stratejîk e."    BERJWENDIYÊN PDK'Ê    Çelîk, destnîşan kir ku pêvajoya ku pergala emperyalîst a global tê re derbas dibe, ji bo kurdan xetere û talûkeyên mezin di xwe de dihewîne û ji ber vê li dijî van xetere û talûkeyan ji bo yekîtiya neteweyî Înîsyyatîfa Kurdistanê Biparêz ava kirine. Çelîk got: "Lê mixabin çendî ku rastî ev be jî, lê hîn jî hin kurd li gel dewleta Tirk a dagirker û kujer tevdigerin û hêviya hin tiştan jê dikin. PDK û rayedarên wê ku baweriya xwe pê tînin, hewildanên diyalog û guftûgokirinê yên di navbera kurdan de asteng dike. Ev xetereyeke mezin e.   Pêwendiya di navbera PDK û Tirkiyeyê de, bes zirarê nade kurdan bi tenê. Ê berteka herî tun nîşanî referandûma serbixwebûnê yah 2017'an Tirkiye bû, lê niha herî zêde baweriya xwe bi wê tînin. Dewleta Tirk, mafê serbixwebûna Kurdistanê asteng kir û mudaxile kir. Niha li Başûr di ser 40'î re binkeyên wê yên eskerî hene. Bi rêxistinên xwe yên îstixbaratê, li Kurdistanê vîna civakê dişikîne. Dixwaze kurdan bera hev du bide. Ev kêmasî û windahiyeke mezin e."    PIŞTÎ PKK'Ê DÊ DOR BÊ PDK'Ê    Çelîk, destnîşan kir ku ne rast e ku mirov di vî warî de hemû PDK'iyan tawanbar bike û got: "Helbet ên ji ber vê pêvajoyê diêşin jî hene, lê ne xwedî pozîsyoneke biryardaînê ne. Ên xwedî pozîsyona biryardayînê malbata Barzanî ne. Ev malbata biçûk, sirf ji bo berjewendiyên malbata xwe biparêze pêwendiyê bi Erdogan û Bahçelî re datîne. Lewma xetere û talûkeyên li ber Kurdistanê pir ne xema wan e."    Çelîk, destnîşan kir ku di berxwedana Mîr Bedirxan, Koçgirî, Agirî û Dersimê de jî, dewletê berê xwe daye kesên li gel van berxwedanan tevgeriyane an jî bêdeng mane û komkujiyên mein pêk anîne. Çelîk, anî ziman ku armanca Tirkiyeyê, bawerî, emzheb, ziman çi dibe bila bibe, bes tunekirina kurdan e.    Çelîk, "Plana Rûxandinê" ku di sala 2014'an de biryara wê hatiye girtin bibîr xist û destnîşan kir ku di vê planê de biryara tunekirina berxwedanê hatiye girtin. Çelîk got: "Bi vî awayî tahma devê rayedarên PDK'ê xweş dikin, lê pir aşkere ye ku piştî PKK'ê dê berê xwe bidin kurdên din jî. Em di dîrokê de gelek caran bûne şahidê vê yekê. Lewma divê neyê jibîrkirin hemû kurd hedef tên girtin. Divê ev ders jê bê girtin; 'edalet û însafa zaliman tune ye.'"    MA / Îdrîs Sayilgan