Agahî ji girtiyê ku bi vîrûsa koronayê ket nayê girtin 2021-07-02 09:03:12 MÊRDÎN - Hevjîna girtiyê nexweş Remzî Çaglin ê di Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E de bi vîrûsa koronayê ket, Sitte Çaglin diyar kir ku meheke agahiyê ji hevjînê xwe nagirin û xwest fikarên wan ji holê bên rakirin.    Girtiyê nexweş Remzî Çaglin ê li Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E beriya mehekê bi vîrûsa koronayê ketibû û dihat tedawîkirin. Malbata Çaglin, diyar kir ku piştî bi rêya telefonê ji rewşa wî agahdar bûne êdî nikarîn hevdîtinê bikin. Malbat ragihand ku meheke Çaglin telefonê li wan negeriya ye û rayedarên girtîgehê jî hevdîtin asteng kirine.    MALBAT BI FIKARE   Sitte Çaglin diyar kir ku ji rewşa tenduristiyê ya hevjînê xwe bi fikar e û hevjînê wê ji ber di serdema qedexeyên derketina derve de tevlî çalakiyekê bûye 3 sal û 10 meh cezayê hefsê girtiye û salek û 7 meh in di girtîgehê de ye. Çaglin, têkildarî rewşa hevjînê xwe de wiha axivî: “Dilê hevjînê in kun e, nexweşiya wî ya şekirê heye. Di dema qedexeya derketina derve de perçeyê şarapnele bi laşê wî ketibû û di hundirê wî de xwîn jê hatibû. Dema ku dermankirina wî berdewam dikir ket girtîgehê. Ev meheke em agahiyê jê nagirin.” Çaglin xwest rayedar derbarê rewşa hevjînê wê de agahî bidin.    Malbata Çaglin ji bo piştevaniya hiqûqî serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê da. Em ji bo ku ji rewşa Çaglin agahî bigirin li rayedarên Girtîgeha Mêrdînê geriyan lê bersiv nedan telefona me.