ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2021'AN 2021-07-02 09:00:34 * Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Necbîr Efrîn têkîldarî êrişên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistana Federe axivî û diyar kir ku ev operasyon bi piştgiriya NATO'yê pêk tê. Efrîn destnîşan kir ku li dijî van êrişan pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye. .  * Siyasetmedar Demîr Çelîk, anî ziman ku operasyona derveyî sînor berdewama "Plana Rûxandinê" ye û got: "Pêşî ji bo tunekirina berxwedanê biryar girtin. Pir aşkere ye ku piştî PKK'ê dê berê xwe bidin kurdên din jî."    * Nûnerên rêxistinên elewiyan diyar kir ku dê di her şert û mercî de li cem HDP'ê bin û gotin: "Em mecbûr in, xwedî helwesteke wekî ya Pîr Sûltan bin. HDP, gel e. Em elewî, tevî hemû pêkhateyên xwe li cem HDP'ê ne."    * Zarok Ma ya ku dibistana muzîkê ye wê di 6’ê tîrmehê de vebe. Perwerdekarên Zarok Ma’yê xwestin ku malbat ji bo parastina çand, ziman û muzîka kurdî bên qeydên zarokên xwe çêbikin.    * Danişîna 2'yemîn a doza helîkopterê ya 5 rojnamevanên wê li Dadgeha Wanê were lidarxistin. (09.00)   * Meclîsa Jinan a HDK'ê wê Civîna 1'emîn a Serdema 11'emîn li Navenda Giştî ya HDK'ê ya li Taksîma Stenbolê pêk bîne. (10.00)   * Malbata Şenyaşar dê serdana Rêxistina Partiya DEVA'yê ya Amedê bike û pişt re jî serdana Baroya Amedê bike û daxwaza piştevaniya hiqûqî bike.(11.00)   * MED-DER ji bo balê bikişîne ser zimanê kurdî wê li gundek navçeya Farqînê şahiya zarokan li dar bixe. (13.00   * Danişîna 7'emîn a doza Surmî Înce wê li Dadgeha Geverê were lidarxistin. (14.30)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan wê li Bûrsayê bi jinan re were gel hev û pişt re dê serdana karkerên çandiniyê û tekstîlê bike. (10.00-16.00)    * Di serî de li Sêwazê û wê li gelek bajaran tekildarî salvegera 28'emîn a Komkujiya Hotêla Madimakê ya Sêwazê dê daxuyanî werin dayîn. (10.00-19.30)